Diyarname
Ji ber ku carek din vîrusa koronayê li bajêr zêde bûye Odeya Operasyona Bajarê Hewlêrê ji bo 5 rojan biryara qedexekirina hatin û çûyîna Hewlêrê, qezayên wê û sînorê wê qedexe kir.
Biryar êvara 28'ê mehê hat ragihandin. Li gor biryarê 30'ê mehê serê sibê dê biryar dest pê bike û heta 5 rojan dê qedexe bidome. Di vê çarçoveyê de biryara qedexeyê ji bo her roj serê sibê saet 6'an heta nîvê şevê saet 12'yan didome. Di van saetan de ji bilî xebatkarên karên bingehîn hatin û çûyîn qedexe ye.