Diyarname
Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Konservatuara Bajêr a Aramê Tîgran vedike. Ji bo vê jî serdema serîlêdanê da dest pê kirin. Kesên bixwazin heta 17'ê vê mehê dikarin serî li Serokatiya Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bidin.
Kesên ku bixwazin serî lê bidin divê belgeyên xwe yên wekî forma serîlêdanê, fotokopiya nasnameya xwe û belgeya xwe ya hîndekariyê amade bikin. Piştî hemû serîlêdan hatin girtin û ji nav wan neqandin çêbû ji bo kesên perwerdehî bibînin jî dê ev belge lazim bin: Forma serîlêdanê, fotokopiya nasnameyê, belgeya hîndekariyê, 2 fotografên portreyî û belgeya navnîşanê.
Perwerdehiya ji bo konservatuarê di warê muzîk, sînema, şano û govendê de li dar dikeve û dê 2 salan dê bidome. Bi giştî dê 250 kesî wekî xwendekar bigirin. Beşên konservatuarê û rewşa temena kesên beşdar jî wisa ye:
- Muzîk: Komaya Yekem; Temenên di navbera 7-14'an de.
Koma duyem; Temenên di navbera 15-30'î de.
- Sînema: Temenên di navbera 15-30'î de.
- Şano: Temenên di navbera 17-30'î de.
Wêne: Temenên di navbera 15 û jê jortir de
- Govend: Temenên di navbera 16-30'î de.
Ji bo agahiyên berfireh û cihê serîlêdanê:
Serokatiya Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Sumerpark
Tel: 0412 - 226 21 80


