Cemil Oguz
Pirsek wisa bê kirin: Kî dixwaze panzêran bipelixîne? Herhal dê bersiv ev be, "Herkes dixwaze". Lê îro bi awayê mecazî parzêr hatin pelixandin. Erê, Japonyayê panzêrên alman pelixandin.
Em ji serî dest pê bikin. Japonya welatekî mezin e. Li nav dîrokê her navê wan heye. Van salên dawî li nav fûtbolê jî hêdî hêdî nav didin. Û îro Japonyayê li ser navê xwe gotinek nû li dîrokê kir: Yek ji favoriyên mezin tîma neteweyî ya Almanyayê têk bir û navê xwe derxist manşetan.
Di Kûpaya Cîhanê 2022 de îro çar maç hebûn lê ya herî balkêş di navbera Japonya û Almanyayê de bû. Wekî favorî Almanya bû, ji xwe ji çend tîmên ku ji bo kûpayê jî favorî tê nîşandayîn ew e, lê Japonyayê destûr neda vê yekê ku Almanya bi 3 pûanan û bi kêfxweşî dest bi tûrnûvayê bike.
'Malê Alman' jî têrê nekir
Gotina “Malê Alman” li Tirkiyeyê navdar e. Ger mal alman be bizanibin ku baş e. Almanya bi sîstemê tê nasîn. Fûtbola wê jî bi vî rengî ye. Loma jî Almanya yek ji nav favoriyan e. Li dinyayê Brezîlyayê 5 caran ev kûpa biriye mala xwe, lê li Ewropayê Almanya ligel Îtalyayê her yekî 4 caran ev kûpa girtiye û di rêza yekemîn de ne. Almanya ew welat e ku di vê kûpayê herî zêde fînal lîstiye. Lîstikvanên tîma Almanyayê li welatê xwe û li welatên derve di nav tîmên herî mezin de dilîzin. Li Bayer Munihê lîstikvanên wekî qeleparêz Neuer, Thomas Muller, Sane, Jamal Musiala, Joshua Kimmihc dilîzin. Rudiger li Real Madridê, Îlkay Gundogan li Manchester City, Havertz li Chelsea dilîze. Lê werin binêrin ku ev lîstikvan hemû, ev îstatîstîk hemû îro bi kêrî tiştek nehatin. Erê di deqîqeya 33’yan de bi penaltiya Îlkay Gundogan Almanya li hemberî Japonyayê bi 1-0 derket pêş û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî kir jî, lê di nîveka duyemîn de Japonyayê dest bi kamîkazeyan kir. Na, ne ku tenê ji bo xwekuştinê, ji bo rabûna ser piyan a tîman xwe bi dil û can lîstin. Di deqîqeya 75’an de Ritsu Doan qeleparêz Neuerê çend gog ji qeleyê derxistibûn bêçare hişt û encam anî 1-1’ê. Di deqîqeya 83’yan Takuma Asano encam diyar kir: 2-1. Bi vê yekê Japonya ji nav xweliya xwe ji nû ve vejiya û navê xwe li rûpela dîrokê xist.
Ha, ev jî heye: Lîstikvanên Japonyayê Doan li tîma Freilburg, Asano jî di Bochuma Almanyayê de dilîze. Me got pergal, dibe ku ew jî di nav pergalê de kemilîbin û ji nav pergalê pergal têk biribin. Kî dizane? Axir, Japonyayê di maça yekemîn de 3 pûanên xwe girtin. Ji bo maçên koman 2 maçên din jî hene. Di van de dê Japonya çi bike, em nizanin lê wisa diyar e heta dawî dê ber xwe bidin.
Spanyayê 7 gol avêtin
Di maça din a Koma E de maça Spanya û Kosta Rîka hebû. Spanyayê tam 7 gol avêtin Kosa Rikayê. Golên Spanyayê Dani Olmo (11), Marco Asensio (21), Ferran Torres (31, 54), Gavi (74), Carlos Soler (90), Alvaro Morata (90+2) avêtin.
Bi vê encamê di Koma E de Spanya û Japonya xwedî 3 pûanan, Almanya û Kosta Rîka bê pûanan in.
Maçên duyem 27’ê mehê têne lîstin. Japonya ligel Kosta Rîkayê dilîze. Spanya û Almanya. Ger Japonya bikaribe Kosta Rîkayê têk bibe dê derbasî dora 16’an bibe. Ger na, hêvî dê bimîne maça sêyem.
Maçên din
Îro maçên din jî hebûn. Maça yekem a Koma F di navbera Fas û Hirvatistanê de bû, maç bi wekhevî, 0-0’ê bi dawî bû.
(Dema ev nivîs hat nivîsîn maça Belçîka û Kanadayê nehatibû lîstin)
"""
Ji bo agahiyên li ser Kûpaya Cîhanê:
- Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar, Rûpela Taybet