Diyarname
Di Kûpaya Cîhanê de îro maçên sêyemîn û dawî yên koman dest pê kirin.
KOMA A
Di Koma A de Hollanda û Qatar hatin hemberî hev. Hollandayê bi golên Cody Gakpo (dq 26), Frenke de Jong (dq 49) bi 2-0 bi ser ket. Bi vê yekê bi 7 pûanan wekî yekemînê Koma A derbasî Dora 16’anbû.
Di maça din de Ekvator û Senegal hatin hemberî hev Senegal bi 2-1 bi ser ket. Senegal bi vê serketinê bû 6 pûan û wekî duyemînê komê derbasî Dora 16’an bû.
KOMA B
Di Koma B de Îngilistan û Galler hatin hemberî hev. Îngilîzan bi golên Marcus Rashford (dq 50 û 68) û Phil Foden (dq 52) bilêta derbasbûna Dora 16’an xist bêrîka xwe. Rashford bi vê golê gihîşt gola 100’emîn a ku bi formaya Tîma Neteweyî ya Îngilistanê avêtiye.
Di maça din de Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatin hemberî hev. Her du tîman jî heta dawî ber xwe da, her du tîman jî firsendên muhîm bi dest xistin, lê tenê DYA’yê karê golek biavêje û DYA bi 1-0’ê bi ser ket.
Di deqîqeya 38’an de goga ku ber bi qeleyê ve hat, lîstikvan Christian Pulisic bi hemû hêza xwe, tevî gewdeyê xwe weşand û hem gog ket nav torê, hem ew bi xwe. Di vê navberê de Pulisic û qeleparêzê Îranê Beiranvand li hev qelibîn û Pulisic seqet bû. Pulisicê nîveka yekemîn temam kir, lê nekarî dewam bike û cihê xwe teslîmê Brenden Aaronsonî kir.
Di sala 1998’an de Îran DYA têk biribû, niha DYA’yê heyfê xwe jê stand.
Bi van encaman tîmên Îngilistan bi 7 pûanan wekî yekemînê komê, DYA jî bi 5 pûanan wekî duyemînê komê derbasî Dora 16’an bû.
Îran bi 3 pûanan, Galler bi 1 pûanî vegeriya mala xwe.
Çarîk fînal
Bi vê du reqîbên çarîk fînalê jî diyar bûn. Hollanda û DYA, Îngilistan û Senegal bûn reqîbên hev.
Di çarîk fînalê de Hollanda bû reqîbê DYA'yê
Di çarîk fînalê de Senegal û Îngilistan bûn reqîbên hev.
Nûçeyên Kûpaya Cîhanê:
- Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar, Rûpela Taybet