Diyarname
Konferansa Zimanê Kurdî ku par li Amedê li dar ketibû îsal di navbera 19-22'yê vê mehê de li Hewlêrê li dar dikeve.
Konferansa yekemîn par li Amedê û ya duyemîn îsal li Hewlêrê bi beÅŸdariya kurdên ji çar parçeyan li dar dikeve. Li ser xebatên konferansê Berdevkê TZPKurdî û delegeyê Tirkiyeyê Mehmet Åžahin li ser konferansê agahî da Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA). Åžahin got ku konferans ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdan gaveke gelek girîng e.
Ji bakur dê Mebûsa BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane û Mebûsê BDP'ê yê Culemêrgê Adil Kurt (Zozanî), Berdevkê TZPKurdî Mehmet Åžahin, zimanzan Zana Farqînî, nivîskar Feratê Dengizî, ji perwerdekarên KURDÎ-DER'ê Vesfiye Akgul, Sebahattin Gultekin û AyÅŸe Navru wekî delege beÅŸdarî konferansê bibin.
Berdevkê TZPKurdî Åžahin got ku di konferansê de wê li ser kurdî nîqaÅŸê bikin û armanc ew e ku di konferansê de yekîtiya neteweyî çêbikin.
Åžahin got ku li çar parçeyan kurd alfabeyên cihê bikar tînin û di vê konferansê de dê vê mijarê nîqaÅŸ bikin, her wiha dê li ser parastina zavarayan jî nîqaÅŸ bê kirin.
Her wiha Mehmet Åžahin got ku ewê li ser pirsên wekî polîtîkaya me ya li ser ziman çi ye, rola ziman çi ye, girîngiya ziman çiy e, ji bo parastina ziman û pêÅŸxistina wê divê rêyeke çawa bê bikaranîn, ji bo ziman ber bi standardiyeke ve biçe divê çi bê kirin, dê nîqaÅŸ bê kirin.
***
Bi ÅŸertê nîÅŸandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîÅŸandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.