Diyarname
Li Amedê ji bo "Roja Nivîskarên di Girtîgehê de" panelek li dar dikeve. Panela ku moderatoriya wê dê Veysî Ulgun bike, Fehmî Koç, Dîlan Aydin û Nezîr Çakan dê wekî axifger beşdar bibin. Panel 15'ê mehê saet 18'an de li Şaxa 1'emîn a Egîtîm-Sena Amedê li dar bikeve.
PEN'a Navneteweyî di sala 1981'ê de biryar da ku 15'ê mehê bibe "Roja Nivîskarên di Girtîgehê de" û ji wê rojê ve her sal di vê rojê de li ser rewşê daxuyanî didin, balê dikişînin ser nivîskarên girtî û her wiha panel û çalakiyan jî li dar dixin.


