Yeko Ardil
Teqrîben deh sal berê komek rewşenbîrên ji Başûr ku di nav wan de nivîskar, şêwekar, lêkolîner û siyasetmedar jî hebûn li Berlînê di qehwexaneyekê de rojên înan li hev kom dibûn û ji xwe re li ser babetên cur bi cur gotûbêj dikirin.
Piştre ji Bakurê welêt jî çend kesayet tevlî wan bûn û kombûn hêdî hêdî vegeriya çalakî û kiryareke mayînde. Di nav demê de cih hate guhertin ji Neukollna ku pirtir li navenda bajêr e, veguhestin Spandau. Ji ber ku gelek kesên beşdar li wir niştecî ne û hin ji wan jî pêşmergeyên dêrîn in ango pîremêr in. Ew der ji bo wan guncavtir e.
Divê mirov di babeteke wiha de navên du saziyên din jî bi bîr bîne ku yek ji wan Înstîtuta Kurdî ye û a din jî Saziya Awadanî ye. Piştî ku her du jî mixabin li Berlînê neman, rewşenbîr û kesên meraqdarên hînbûn û ronahiyê jî bê cih û war mabûn. Ev saziya ku navê Rewşenbîrên Azad li xwe kirî jî ji ber wê pêdiviyê derket holê.
Cihêrengiya vê civatê ew e ku ji her çar aliyên Kurdistanê rewşenbîr, gotarvan û guhdar jî bi hêsanî beşdar dibin. Alî û nêrînên ku di jiyana rojane de ango bi hêsanî nayên cem hev jî di wan kombûnan de ligel hev rûniştin. Carna guhdariya gotarên hev yên dijber kirin û carna jî gengeşeyên tund di navbera wan de rûdan, lê ligel pirsgirêkên bi vî rengî jî li endametiya civatê berdewam kirin.
Di vê demê de ku hunermendên kurd bi kombûn û konserên gewre derdikevin hemberî gel û banga yekîtiya neteweyî li pêşeng û serpereştên kurdan dikin ev civata rewşenbîrî ku hezkirî û alîgirên partiyên kurdan hemû jî di nav de cih digirin, bê guman dihête bîra mirovî. Ya rastî gavên wiha dîrokî û bi qasî nan û avê pêwîst ji aliyê ronakbîran ve hatine avêtin. Lê va ye hozan û hunermendên me qirika xwe diqelişînin: ’Hawar hawar…Yekîtiya Neteweyî û Kurdistanî!’
Civatê roja çarşemê kombûna xwe ya salane ya asayî li dar xist. Ev du salên dawiyê civat ji aliyê Tariq Heso, Siyabend Harikî û Dilşad Ebas Evdilkerîm ve hate birêvebirin. Mamoste Tariq Heso yê asta yekem de civat birêvebir portreyeke balkêş e. Tariq êzîdî ye, ev du sal in rêveberiya şêx û melayên misilman dike. Bi rastî jî ev cihê şanazî û serbilindiyê bû ku Tariq û hevalên xwe karekî serkeftî pêkanîn. Helbet ne Tariq li ser navê ola êzdayetî lebitî û ne jî şêx û melayên civatê pêwendiya wan hinde bi olan ve heye. Lê dîsa jî rastiyeke xweş û hêjayê nivîsandinê ye.
Em werin ser axaftina Tariq Heso ya di kombûnê de: ’Di vê salê de me 49 semîner, dê mêzgerd û yek jî bi awayekî serbest a sersalê lidar xist. Her wiha çarşemek jî vala derbas nebûye. Di nav wan semîneran de parlamenter, wezîr, nivîskar û hunermend jî beşdar bûn.
Babetên me pirtir li ser dîrokê bûn, yên hizrî, olî û hunerî hatin jî pêşkêşkirin. Di demên tengav û dijwar yên Kurdistanê de babetên me jî li ser Rojava û li dijî dagirkeriya tirk bûn. Her wisa em beşdarî çalakiyan jî bûn.
Pîroziyêt me yên civatê jî ev in:
1 – Rexne: Em rexneyê wekî hêmaneke nebenabe dibînin. Li her bîrdozî, nêrîn, ol û siyasetê rexne digirin. Heta kesên semînerdar jî dihêne rexnekirin. Lê rexneyên me yên avakirinê ne, ne ji bo xerakirinê ne.
2 – Rêzgirtin: Ji bo endamên civatê û semînerdaran em rêzê digirin. Ji çi nêrînê û siyasetê dibe bila bibe. Em ne li dijî tu partî, kesayet û nêrînê ne. Ol, mezheb û bêolîtî jî her wisa ye ji bo me. Em bawer in ku nîqaşa di navbera hizrên cuda de mirovî digihîne qonaxên pêşketîtir û bilind.
Ligel van nuqteyan li welatê biyanistanê hatina cem hev, parvekirina agahiyan û zanyariyan jî xaleke girîng a vê civatê ye.
Di kombûnê de tekane jina ku beşdar bûbû û pirsa: ’Ez tênagehim, çima navê Civata Azad we li xwe kiriye?’ jî kir hevjîna rêzdar Kurmanc Harikî hevala Gulê bû.
Ya rastî pirs di cih de ye û bersiv pir dijwar e. Lewra têgîna ‘azadiyê’ bi xwe jî, sedema gengeşiyê ye. Lê ligel metirsî û serdestiya siyasetê ya li ser civaka kurd jî di van kombûnan de gelek caran rexne li desthilatên kurd jî hatin kirin. Partî û kesayet jî ketin ber tîrên rexneyê.
Di kombûnê de xwegihandina girseyên berfirehtir wekî pêşniyaz hat kirin. Heta niha li ser tora civakî têkilî bi hezaran re heye. Lê ev dikare firehtir bibe.
Û divê gotar di arşîvan de bên parastin. Êdî divê ji derveyê Berlînê jî rewşenbîr bên û gotarên xwe pêşkêş bikin. Bi hêviya ku ev civat xurtir bibe û vegere akademiyekê, li kurd û Kurdistanê pîroz be!
11.01.2020, Yenî Ozgur Polîtîka
Têbiniya Diyarnameyê: Navê orjînal ê vê nivîsê "Rewşenbîrên azad yên li Berlînê" bû, ma guhart.