Diyarname
Meha kewçêrê bi wefata navdarên kurdan dest pê kir. Pêşî Keremê Anqosî û îro jî Prof. Îzedîn Mistefa Resûl.
Keremê Anqosî
Rojnameger, nivîskar, helbestvan û rojhilatnas Keremê Anqosî roja 1'ê mehê li Tiflîsa Gurcistanê wefat kir.
Keremê Anqosî roja 10'ê kewçêra 1937'an li Tiflîsê wekî zarokê kurdên êzîdî hat dinê. Wi li Gurcistanê ji bo kurdî û kurdan gelek xebat kir. Di sala 1978'an de Beşa Kurdî ya Radyoya Dewletê ya Gurcistanê vekir.
Di rojnameya "Gelawêj" de jî karê berpirsiyarî gitibû ser milên xwe.
Keremê Anqosî endamê Komeleya Rojnamegerên Gurcistanê ku ji aliyê hikumeta Gurcistanê ve bi Medelyeya Rûmetê hatibû xelatkirin. Her wiha ew endamê Civata Kurd a Gurcistanê bû.
Wî gelek berhem li dû xwe şitin û xatir xwest. Ji helbestên wî hin stran jî hatibûn çêkirin. Her wiha ew wekî endamên koma yekemîn a Rocka kurdî "Koma Dîlan" jî tê zanîn.
Îzedîn Mistefa Resûl
Yek ji rewşenbîr, nivîskarên kurd Prof. Îzedîn Mistefa Resûl jî roja 3'yê me xatir xwest.
Prof. Îzedîn Mistefa Resûl di sala 1934'an de li Silêmaniyê hatibû dinê.
Resûl ligel nivîskariya xwe ku li Başûr demek dirêj serê Yekîtiya Nivîskarên Kurd bû, siyasetmedar bû jî. Ew endamê Hîzba Komunîst a Iraqê bû.
Wî gelek pirtûk li dû xwe hiştin ku herî dawî bîranînên xwe nivîsandin.