Feratê DENGIZÎ
Niha li pêÅŸberî Kobanî me. Dilê min di nav destên min de û sê ÅŸev û roj in bê xew im.
Çendî û çend raman li pey hevin di serê min de ku carina hevdû nagirin û carinan jî mîna lehîmê bi serê min de dikewin. Ma ev mislimanî? KuÅŸtin, serjêkirin, êrîÅŸ û zilm… Ma kurdan an jî Kobanî, bajarê xweÅŸik û bedew çi kiribû ji van zaliman. Ev çawa bawerî, qaÅŸo biratî û nizam çi… Edalet, wekhewî, mirovatî ma li ku?! Di vê asoya sorqemirî ya êvarî ya li hember banê çiyê ango Kobanî-Kobanî de hiÅŸê min serobin, lê rastiya min zelal… RewÅŸa Kobanî meseleya Basrayê “Behdel xerabit Basra” anî bîra min.
Dibê di demeke dîrokê de Basra (niha bajarekî li baÅŸûrê Bexdayê ya ku kendav-xalîça wê heye, ye) bajarekî nazenîn û xweÅŸik î biriqandî bû û Keyayekî wê yê merd, serbilind û rûmetdar hebûye. Ev jî bûye sedem ku derdor jê bi dexisin, biqehirin û dest bi xebatên êrîÅŸa ser Basrayê bikin. Keyayên dilreÅŸ roj bi roj xebatên xwe xurt dikin. Keyayê Basrayê jî alîkariyê ji keyayên dostên xwe dixwaze, ew jî dibêjin, “tu miraq neke, û meseleyê ewqas mezin meke!” Ez serê we neêÅŸînim, heta ku keyayên dost tên alîkariyê keyayên dilreÅŸ î zikreÅŸ Basrayê serûbin dikin û wê bedewiya delal dikin qirÅŸ û qal û bi sibeyeke zêrîn keyayên dost tên û Basraryê xelas dikin, digihêjin felatê û silavê didin keyayê Basrayê, yê bendewar. Û ew wan bi vê gotinê pêÅŸwazî dike, “El xêr çîtin, lê behdel xerabit Basra, eyÅŸ esêt, behdel xerabit Basra….Hûn bi xêr hatin, lê piÅŸtî ku Basra xerabû, ez çi bikim, piÅŸtî ku Basra xerabû!” Herê “Behdel xerabit Basra!”
Vê berêvarê li Kobanî dinêrim. Ev çend roj… Nizanim. Ên ku ew ên bihatana alîkariyê dikaribûn berî ku DaîÅŸa xwînxwar têkeve Kobanî li vê beriya rast, li rasta gundê Åžêran tune bikiranan. Lê lîske… Va Kobanî, Kobana min a Kurdan a bindest û demokrat û mirovhezan, a mirovan xerabû…
Dizanim Kobanî nakeve, ew ê azad bibe û azad bijî. Û ya girîng jî azadiya Kobanî û Kabaniya azad e. Lê “behdel xerabit Kobanî… PiÅŸtî ku Kobanî xerabû!” Lê gelek dersên vê hene. Dîrok dinivîse li dilê mirovahiyê, dîrok li dilê kurdan dinivîse, “PiÅŸtî Ku Xerabû Kobanî…” me dost û neyarên xwe qenc naskirin. Êdî dîrok ji me re Beriya Kobanî û PiÅŸtî Kobanî ye. Mîlada me ye Kobanî-Kobanî….
Sedema vê êrîÅŸê çi bû… Hûn çi ji me dixwazin! Hûn çi ji kurdan dixwazin! Hûn çi ji Kobanî dixwazin…
Em dizanin… Sedem demokrasiya gel, sedem demokrasiya gelan e. Li Kobanî tirsa faÅŸîzmê heye. Demokrasî û biratiya gelan heye, meclîsa gel heye. De bitirsin..!
Dixwazim nivîsa xwe bi pîrozkirina roja vejîna kurdan, roja rojbûna kurdan biqedînim û dora peyvê bidim du nivîskarên gerdûnî yên ku ji bonî Kobanî gotine;
Nivîskarê rojnameya BILD a Elman Franz Josef Wagner nameyek ji bonî kurdan nivîsiye. Vaye çend peyvên wî:
“Hûn kî ne lo Egîdno?
Hûn neteweyê kilamên tije êÅŸ in, mijara kilamên we tev li ser evîna wenda, li ser welatê wenda ye. Di yekê ji wan de wisa tê gotin: tevayên welatan bi lîstika ‘veÅŸartok’ê dileyzin. Kîjan welat qet nayê dîtin? Kurdistan.”
Û nivîskara femînîst û aktîvîst Dr. Newal El Saddawî ji YPJê re nameyek nivîsiye.
Vaye çend peyvên wê:
“Åžervanên jin li Kobanî ÅŸer dikin, ji bo parastina rûmet û nasnameya lehengî ya jinên Cîhanê ÅŸer dikin.”
Silav li berxwedana Kobanî. Tu yê her azad bî Kobanî…. Ez evîndarê te me.
Foto: Ersîn Çaksu