Diyarname
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî li Balikçilarbaşiya Amedê di encama suîkastê de hat kuştin.
Van rojan li Amedê navçeya Sûrê her di bin dorpêçê de bû. Çend roj berê gule bera Minareya Çarling a dîrokî dabûn û ev yek wekî gule bera her tiştî didin hatibû nirxandin. Li ser rewşa dawî û bi taybetî Minareya Çarling îro Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û komek parêzer li ber Minareya Çarling hatin ba hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Piştî daxuyanî xilas bû di dema belavbûnê de gule bera Elçî dan. Gule li serê Elçî ket, rakirin nexweşxaneyê lê Elçî wefat kir. Di bûyerê de du polîs hatin kuştin. Dewletê wekî "pevçûn derket" bûyer nîşan da, lê şahid vê yekê wekî komployek bi nav dikin.
Elçî ji ber ku gotibû "PKK ne terorîst e" rastî êrîşan hatibû. Piştî vê gotinê pêşî hatibû binçavkirin û çapemeniya nêzî AKP'ê her êrîşê wî kiribû.
Elçî di daxuyaniya îro berî kuştin dabû de gotibû bila şer, çek, pevçûn operasyon dûrî vê cihê qedîm bin.