Cemil Oguz
Belgefîlmê derhêner Laurent Charbonnier ê bi navê ‘Les Animaux Amoureux’ li Tirkiyeyê bi navê “Aşiklar (Evîndar) ket vîzyonê.
Dema evîn bê gotin hezkirina jin û merek, keç û kurek a ji hev tê bîra we ne? Dema ew ji hev hez bikin kî dikare bikeve pêşiya wan ne? Û her fîlmekî ku li ser evînê be li ser van tê kişandin ne? Ev rastiyeke bi gelemperî ye... Lê ger fîlm ne li ser evîna keç û kurek, li ser evîna sewalan be çawa dibe?
Bêlê eynî wisa: Belgefîlmê derhêner Laurent Charbonnier li ser evîna sewalan e. Fîlmê ku bi navê ‘Aşiklar’ (Evîndar) li Tirkiyeyê ket vîzyonê eşqa gelek cureyên sewalan pêşkêş dike.
Ji meymûnan bigire heta fîlan, ji wan bigire heta şêr û çivîkan, ji kangruyan bigire heta masiyan, heta gelek cure sewalên din lehengên fîlm in. Belgefîlm jiyana wan a di kêliya eşqê de pêşkêş dike.
Ew pêşî nêzî hev dibin, dikin ku tesîrê li hev bikin, dûre li hev sor dibin, bi hev şa dibin û di dawiyê de çi dibe hûn dizanin? Di dawiyê de cewrikên/leyîrên wan çêdikin.
Tişteke balkêş e, ji nav ew qas cureyên sewalan, pevşabûna meymûnan dişebe pevşabûna mirovan, yan jî yê mirovan dişibe ya meymûnan.
Welhasil, belgefîlmekî bi mijara xwe balkêş li pêşberî me ye. Her wiha xwezaya xweş, dengê sewalên cur bi cur jî ekstraya belgefîlm e. Ger hûn ji min bipirsin hêjayî temaşekirinê ye. Êdî hûn bi ya xwe ne.
Kunye:
Derhêner: Laurent Charbonnier
Cure: Belgefîlm
Sala Kişandinê: 2007
***
Û fîlmên din ên vê hefteyê:
**Kesinlikle, Belki / Teqez, dibe ku / Definitely, Maybe
Derhêner: Adam Brooks
Lîstikvan: Elizabeth Banks, Rachel Weisz, Ryan Reynolds...
Cure: Dram / Romantîk / Komedî
Sala Kişandinê: 2008
**Nim's Island / Maceraya Giravê / Macera Adası
Derhêner: Jennifer Flackett, Mark Levin
Lîstikvan: Jodie Foster, Gerard Butler, Abiqail Breslin...
Cure: Komedhi / Macera
Sala Kişandinê: 2008
**Vahşi Zarafet / Zerafeta Wehşî / Savage Grac
Derhêner: Tom Kalin
Lîstikvan: Julianne Moore , Elena Anaya, Stephen Dillane...
Cure: Dram
Sala Kişandinê: 2007
**Horton / Horton Hears A Who!
Derhêner: Jimmy Hayward, Steve Martino
Yên ku deng dane: Steve Carell, Jim Carrey, Jaime Pressly, Dane Cook, Will Arnett, Jonah Hill, Isla Fisher, Dan Fogler, Amy Poehler, Charles Osgood
Cure: Anîmasyon
Sala Kişandinê: 2008
**Gece ve Pisiler / Nocturna
Derhêner: Adrià García, Víctor Maldonado
Yên ku deng dane: Carlos Sobera, Imanol Arias, Natalia Rodríguez
Cure: Anîmasyon
Sala Kişandinê: 2007


