UNESCO'yê roja 17.11.1999'a biryar girt ku 21'ê Reşemiyê wekî “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” îlan kir. Ji wê rojê de li dinyayê û li nav kurdan ev roj bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin.
Em jî vê rojê pîroz dikin û gotineke Celadet Elî Bedirxan bibîr tînin:
"Malxerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin _ fînfoneke _ derewîn bi lêv bikin.. Kuro! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrewşiyek girane.. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin."
Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara 27, Şam,1941