Diyarname
PiÅŸtî kuÅŸtina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi nû baroyê kongreya xwe çêkir. Di kongreya îro li dar ket de. Di kongreyê de Ahmet Ozmen bû Serokê Baroyê. Jina Elçî Turkan Elçî ji ser twitterê re ew pîroz kir.
45'emîn Kongreya Baroya Amedê li Navenda Çanda Cegerxwîn li dar ket. Ji bo serokatî Ahmet Ozmen ku Cîgirê Elçî bû û parêzer Mesut BeÅŸtaÅŸ berendam bûm. Parêzerên berendamên baroyê ku niha mebûs in, Mebûsên HDP'ê Osman Baydemir û Meral DaniÅŸ BeÅŸtaÅŸ, Mebûsê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî dengên xwe dan. 1015 endamên baroyê hen û sedî 80 parêzer beÅŸdarî kongreyê bûn. Di encamê de Ozmen 418 deng, BeÅŸtaÅŸ 385 deng girtin û Ozmen bû Serokê Baroya Amedê.
Ozmen piÅŸtî hat hilbijartin axivî û got: "Me serokek nû hilnebijart, Tahir Elçî heta hetayê dê wekî Serokê Baroya Amedê bimîne."
Her wiha ji bo Lijneya Rêveberiya Baroyê jî ev kes hatin hilbijartin: Nahit Eren, Serhat Eren, Velat Alan, Îmran Gokdere, Cîhan Ulsen, Ahmet Dag, Sertaç Buluttekîn, Mehmet NeÅŸet Gîresûn, NûÅŸîn Ûysal û Mahsûm Bati.