Diyarname
Di sal û nîva dawî de li diryayê ji mîlyareke zêdetir xetên telefonên destan ên nû ketin piyaseyê û bi vê yekê hejmara telefonên destan ku têne bikaranîn ji 5 mîlyar hebî derbas bûn.
Li gor lêkolîna şîrketa Wireless Intelligence ya îngilîz li gelek welatan kes ji yekê zêdetir telefonên destan bikar tînin û xetên wan hene.
Pispor dibêjin ku di dawiya sala 2008'an de hejmara xetên telefonên destan 4 mîlyar bû. Hêvî ew bû ku nava sala 2012'an de hejmara telefonên destan wê 6 mîlyar be lê ji niha de dinya ber bi wê hejmarê ve diçe.
Pispor dibêjin ku hejmara mobîl telefonan sê qat zêdeyî kompîturan e. Ew dibêjin ku herêma Asya-Pasifik bûye sedema vê pêşketinê.


