Diyarname
Roja 21.04.2005'an malpera me Diyarnameyê dest bi weşanê kir. Di van 15 salan de, Diyarnameyê ji 50 hezarî zêdetir nûçe weşandin.
Heta îro bi dehan kesî wekî qunciknivîskar ji bo me nivîsandine ku ji bilî nûçeyan ev beş herhal nêzî 10 hezar hebî çêbûye. Yên ku nivîsandine û xatir xwestine, yên ku navber dane û yên ku didomînin hemû sipasiyê heq dikin.
Di van 15 salan de gelek navên din di beşa Serbest de carinan ligel me bûne, nivîsên xwe pêşkêş kirine û dikin, ew jî sipasiyê heq dikin.
Ji serî heta niha bi saya Diyarnameyê yên ku nû dest bi xwendin û nivîsandinê kirine jî çêbûne, yên ku nivîsên xwe kirine pirtûk jî.
Ji serî heta niha yên ku me ew aciz kirine, me zor dane wan ku binivîsin jî çêbûne, yên ku me nivîsên wan bi paş ve şandine jî.
Hemû, her kes, û tevî xwendevanên me, belê her kes sipasiyê heq dikin ku me karî em bi hev re barek ji barên vî zimanî bigirin ser milên xwe.
Kurdî zimanê me ye û wekî behrek e. Tu çiqas ji vê vexwî jî xilas nabe; tu çiqas avê lê zêde bikî jî zêde naxuye. Lê wisa diyar e her divê mirov lê zêde bike ji bo ku ew behr neçike. Me jî wisa kir.
Ji wê rojê heta îro bi kurmancî û kirmanckî heta ji me hat me yek bi yek tîpên kurdî xistin nav vê behra bê ser û ber.
Û di vê serdemê de me kir ku nûçeyan bi zimanekî xweş pêşkêşî we bikin. Me xwest dema kesekî/e nûçeyek me bixwîne ji zimanê wê, ji naveroka wê aciz nebe û bi kêf bixwîne. Me xwest dema bixwîne tehma kurdî jî bigire. Heta ji me hat me kir...
Ger di van 15 salan de, me karibe bi xwendina nûçeyan kêliyek xweş pêşkêşî we kiribe, emê xwe serkeftî bibînin. Ji niha û pêde jî dîsa dê derdê me pêşkêşkirina nûçe û nivîsên xweş be.
Di serdema nû ya pêşiya me de jî emê dest ji vî zimanî bernedin, barên ku Diyarname hilgire hene.
Hezkiriyên malperê, ji alî îstîkrar û israrê ve her rûmet li Diyarnameyê girtin. Em hêvîdar in ê piştgir û xwendevanên me her bi me re bimeşin. Bi hêviya panzdeh sal, bîst sal… ên dîtir…
15 sal, bi 10 hezaran nûçe , gelek bîr û berhemên kulturî, edebî…