Diyarname
Klûba sporê ya Villarrealê biryar da ku îsal bilêtên kombîne bê pere bide temaşevanên xwe yên ji kar hatine avêtin.
Li dinyayê qeyrana aboriyê tesîr li her kesî û her sazî dike. Hin ji van ji ber vê yekê ketine nava helwdanên ji bo tevdîrê. Yek ji van jî klûba Villarrealê ye. Villarreal jî wekî hemû klûban Bilêtên Kombîne (bilêtên salane) difroşe.
Klûbê niha li hemberî qeyrana aboriyê biryareke nû girt: Li gor vê biryarê kesên ku par Bilêtên Kombîne girtibin û di vê demê de ji ber qeyrana aboriyê betal mabin, îsal bêyî pere bidin dê dîsa bibin xwediyê bilêtên kombîne.


