Diyarname
Li Balafirgeha Sabiha Gokçen a li Stenbolê balafirek ji pîstê derket. Balafira ku sefera Îzmîr-Stenbolê kiribû ji pîstê derket û qeza çêbû. Pêşiyê balafirê şikiya.
Di destpêkê de Wezîrê Ragihandinê yê Tirkiyeyê ragihand ku di qezayê de kes nemiriye, lê paşê rewş zelal bû. Li gor agahiyên dawî kesek miriye û 157 birîndar hene.
Li gor agahiyên hatin balagir dema xwe datanî pêzê wê li erdê ketiye. Di balafirê de 175 rêwî, 2 pitik û 6 xebatkarên balafirê, bi giştî 183 kes hebûn. Balafir aîdê kompaniya Pegûsûsê bû. Pozê balafir jêbûye. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Beşek balafirê şewitiye lê ew şewat hat rawestandin. Dozgeriya Stenbolê der barê bûyerê de lêpirsîn da dest pê kirin.
Piştî qezayê Balafirgeha Sabiha Gokçen ji bo demek ji bo daketin û firîna balafiran hat raywestandin.