Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stockholê bi sernavê "Cixare û tenduristî" paneleke li dar dixe.
Di raporên WHO'yê de li ser rûyê dinyayê asta belavbûna cixare û nexweşiyên girêdayî cixarê çi ye? Tesîra cixareyê li ser tenduristiya salmezinan û bi taybetî li ser tenduristiya jinan? Herî zêde kîjan endamên laşê mirov ji cixareyê zirarê dibînin? Tesîra cixarê ya li ser fîzîka mirovan. Di deqeyekê de çend kes ji ber cixareyê jiyana xwe ji dest didin? Mirov çawa dikare dev ji cixareyê berde?...
Di panela ku enstîtu li dar dixe de wê Dr. Kamiran Yildirim bersiva van û gelek pirsên din ên li ser tenduristiya jin û ciwanan bi alîkariya dîmen, fakta û nivîsên bi kurdî bide. Semînera ku dê bi kurdî bê pêşkêşkirin dê 04.09.2010, saet 15.00'an de li dar bikeve.
Cih: Enstîtuya Kurdî ya Stockholê
Dîrok: 04.09.2010
Saet: 15.00
Navnîşan: Mågorsdvägen 13, Vårby Gård


