Diyarname
6'ê reşemiya îsal erdhejeke mezin çêbû. Bandor li 11 bajaran kir ku yek ji van jî Semsûr bû. Hevalê me Welat Dilken li Semsûrê bû û helbet erdhejê bandor li wî jî kir. Ji wê kêliyê û heta niha Dilken barê xwe, derdê xwe da aliyek û bi alîkariya her kesî de baz da. Û dîsa ji van xebatan, roja 21'ê adarê Welat Dilken bi hevalekî xwe ve alîkarî birin gundekî di erdhejê de xisar lê çêbûyî. Li vegerê Welat Dilken dixwaze çend wêneyên xwezayê bigire. Digire jî. Wir zêde balê xwe nadê, lê dema êvarî tê konê xwe û li wêneyan dinêre ev tiştê di vî wêneyî de bala wî dikşîne...
Welat Dilken dibêje "dema min wêne girt min ev tişt nedî, paşê dema êvarî hatim konê lê dimînim bala min çû ser û nizanim ka min bi tesadûfî wêneyê çi tiştî girtiye."
Bi rastî jî balkêş e. Pirs ev e: Gelo ev çi ye di wêneyê de?
Wêne: Welat Dilken