ŞIRNEX (DÎHA)
Tîmên taybet, bi boneya welatiyên li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Bêşebabê kom bûne belav bike, li ser nexweşxaneyê gule reşandin. Piştî êrîşa tîmên taybet polîs hatin cihê bûyerê kovikên guleyan kom kirin û çûn.
Li navçeya Bêşebab ya Şirnexê piştî leşker û tîmên taybet 4 welatî qetil kirin û 4 welatî birîndar kirin, welatî li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Bêşebabê kom bûn. Piştî welatî li ber nexweşxaneyê kom bûn tîmên taybet, li ser welatiyên ku li ber nexweşxaneyê kom bûbûn gule reşandin. Tîmên taybet welatî û nexweşxane gulebaran kirin. Piştî timên taybet gule barandin polîs jî hatin cihê bûyerê û kovikên guleyan kom kirin û dûr ketin. Di encama êrîşa tîmên taybet de cam û deriyên nexweşxaneyê hatin şikandin.
Piştî tîmên taybet û polîs ji cem nexweşxaneyê dûr ketin, gel dîsa ji bo cenazyê Ajokarê Ambulansê Şehmuz Dûrsûn li ber nexweşxaneyê kom bûn. Gel rawestina xwe ya li ber nexweşxaneyê kom dike.
Îro di nava rojê de hêzên dewletê di êrîşen bi topên hawanê û çekên giran de 3 welatiyên sivîl qetil kirin û 4 welatî birîndar kirin. Ajokarê ambulansê Şehmuz Dursun ku çû polîsê birîndar wergire jî di êrîşa polîsan de hat kuştin. Cenazeyê Dursun li nexweşxaneya Bêşebabê tê girtin.


