Diyarname
Motora lêgerînê ya herî mezin Google vê carê dibe mijara fîlmekî. Berî niha nivîskar Ken Auletta bi navê "Googled: The End of the World as We Know It" pirtûkek li ser Google nivîsandibû. Niha ji wê pirtûkê fîlmekî tê çêkirin.
Sazkarên fîlm dê Michael London û John Morris bin lê hê nediyar e ku dê kî fîlm bi rê ve bibe û kî senaryoya wê binivîse.
Fîlm wê li ser du ciwanan be, ku bi motora lêgerînê çawa ew dewlemend bûne, jiyana sanal çawa bandor li wan kiriye be. Her wiha fîlm dê xeyala wan çi bû paşê çawa bû jî dê bigire nava xwe.
Demek berê hatibû gotin dê fîlmê Faceebookê bê kişandin. Niha jî Google.


