Diyarname
Roja dawî ya meha borî li Qamişloyê pitûkxaneyek hat vekirin. Pirtûkxaneya ku ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve hate vekirin navê "Amara" lê hat kirin. Pirtûkxaneya ku li dor 3 hezar pirtûkên bi kurdî, erebî û suryanî têde hene ket bin xizmeta gel. Em ji ber girîngiya vê gavê ev wêneyê pirtûkxaneyê wekî wêneyê rojê hildibijêrin û pêşkêş dikin.