Xangul Ozbey
Serokê Komeleya Wergêrên Tirkiyê Serhat Kunar, di hevpeyvînek de îdîa kir ku kurdî di asteke akademîk a ji bo hiqûqê têr bike de nîn e. Kunar got ku “Zimanekî ku peyvên wê kêm in, zimaneke ji rêzê ye û zimaneke ku peyvên rojane di nav xwe de dihewîne ye.”
Em dikarin bêjin ku ev tiştek ne rast e, gerek wisa nebêje, filan-bêvan û gelek mînakan bidin. Lê rastiyek jî heye ku gereke em bi zimanekî rexneyî li xwe jî binihêrin.
Di aliyê perwerdehiya bi zimanê zikmakî de gelek pêşketin çêbûn. Di aliyê dewletê de tiştek bi pêş neketiye, lê kurdan ji bo pêşerojê bingehek xurt ava kiriye. Baş e, ev têr dike? Em hinekî li aliyê din ê mijarê binihêrin. Aliyê înternetê.
Di roja me de her kar li ser înternetê dikare bê meşandin. Hemû agahiyên tên xwestin, bi rêya înternetê dikarin bên peydakirin. Mirov dikare bi her zimanek li tiştan bigere û bibîne. Lê mixabin di aliyê kurdî de materyal gelek kêm in. Erê, li gorî salên berê pêşketin heye, lê gelek hêdî ye. Dema mirov dixwaze ji bo perwerdehiyê nivîsek bi kurdî bibîne, ji bilî gramerê tu tiştek bidest naxe. Hemû zanyariyên din, bi zimanên din hene, lê bi kurdî tune ne. Ev jî, me neçar dike ku em bi zimanên din perwerdehî bibînin. Bandora vê yekê li ser kurdî jî çêdibe. Mirov perwerdehiya li ser xebatek bi kurdî, bi zimanê tirkî an jî zimanek din bibîne ev çiqas sûd dide? Li gorî min, nade. Çima? Mînak, tu ji bo pêşkêşvaniya radyo an jî televîzyonê dixwazî dersên kurdî bibînî, lê tu digerî-nagerî, nabînî. Divê tu her tiştî ji bo xwe werger bikî da ku fêm bikî. Neçar dibe ku bi tirkî an jî zimanek din vê perwerdehiyê bibînî. Li ser peyvên bi tirkî, perwerde dibî. Baş e, ka di tirkî de x,q,w,ê,û,î hene ku tu li ser van dengan bixebitî an jî bi van tîpan pratîk bikî? Tu xwe çiqas baş (!) perwerde bikî jî, dikarî vê rêbazê li ser kurdî pratîk bikî?
Ger em ji xwe re dibêjin emê kurdî bikin zimanê zanistê û teknolojiyê, ji bo pêşerojê divê di her alî de em bi xwe bawer bin. Dem dema bibîranîna detayên bi vî rengî ye.
Ger em bi awayekî pêşketî perwerdehiyeke baştir nebînin, em nikarin bingehek baş ji bo pêşerojê deynin û pêşkêşvan, bernamesaz û teknîkerên kurd bi zimanê kurdî bigihînin. Gelek kurdên ku li ser xebatên ziman serê xwe ew qas diwestînin, hinekî jî bala xwe bidin vê xalê wê baştir be.
Dikarin çi bikin? Wekî mînak dikarin destpêkê, malperên perwerdehiya deng, peyv, wêne û bi vî rengî vekin. Di van malperan de dikarin ji bo pêşxistina bernamesazî, pêşkêşvanî û teknîkî, beşên hevpar ava bikin. Di van beşan de her kes tecrubeya xwe parve bike. Ev dê ji bo pêşxistina ragihandina kurdî gelek baş be. Em van tiştan piştguh dikin, lê xelk bi van tiştan pêşeroja xwe plan dike. Em peyvên bi zimanên din bikar tînin -hin peyvên navnetewî ne tê de-, ew peyv di zimanê me de serdest dibin. Ev bi xwe jî oto-asîmîlasyon e, ango zimanê xwe bi destê xwe jêdikî û dikî bêrîka xwe. Gotina “kurdîtêr nake” ne rast e, lê em li pratîkê binihêrin, emê bibînin ku ev gotineke mafdar e. Divê em êdî zimanê xwe ji perwerdehiyên bi zimanên din rizgar bikin. Azadiya Kurdistanê ev e. Ne tenê azadkirina çand, huner û axê ye.


