Diyarname
Festîvala Fîlmên Serbixwe a Stenbolê "!F İstanbul" îsal di navbera 13-22'yê mehê de li Stenbolê, di navbera 19-22'yê mehê de jî li Îzmîr û Enqereyê li dar dikeve. Festîvala ku îsal 18'emîn car li dar dikeve gelek fîlmên cur bi cur pêşkêş dike.
Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî
Di beşa Pêşbaziya Neteweyî de 6 fîlm bi hev re dikevin pêşbaziyê. Fîlmê "Gorulmuştur" (Derhêner Serhat Karaaslan), "Guvercin Hirsizlari" (Derhêner Osman Nail Dogan), "Kader Postasi" (Derhêner Elif Akarsu), "Peri" (Derhêner Can Evrenol), "Saf" (Derhêner Ali Vatansever) û "Suç Unsuru" (Derhêner Suleyman Arda Emince) fîlmên ku di beşa Pêşbaziya Neteweyî de ne. Fîlmê ku di vê beşê de bi ser bikeve dê 100 hezar TL xelatê bigire.
Beşên cur bi cur
Fîlmên cur bi cur di bin navên beşên cihê de têne nîşandayîn. Di beşa "Kult" de fîlmên David Lynch têne nîşandayîn. "Blue Velve" (Qedîfeya Hêşîn, 1986), "Eraserhead" (1977), "Lost Highway" (Otobanê Winda, 1997), "The Short Film of Davit Lynch" (Kurtefîlmên David Lynch, 2012) têne nîşandayîn. Di beşa "İF Çocuk" 7 fîlm ji bo zarokan hene.
"!f Efsane"
Di beşa "!f Efsaneler" de fîlmên ji Tirkiyeyê yên ku nav dane têne nîşandayîn. “Tabutta Rovaşata” (Derhêner Derviş Zaim), “Ağır Roman” (Derhêner Mustafa Altioklar), “Eşkiya” (Yavuz Turgul), “C Blok” (Derhêner Zekî Demîrkubuz) û “Salkim Hanim’in Taneleri” (Tomris Giritlioglu) di vê beşê de derdikevin pêşberî temaşevanan.
Di çarçoveya festîvalê de li Stenbolê ji bilî nîşandayîna fîlman hin çalakiyên din jî hene. Sê gotûbêj hene: Ezel Akay (14'ê mehê, 17.00), Anna Henckel-Donnersmarck (15'ê mehê, 14.00), Michel Franco (18'ê mehê 19.30) di van gotûbêjan de dê li ser sînemayê biaxivin. Her wiha çend çalakiyên muzîkê jî dê li dar bikevin.
Du fîlmên derhênerên kurd
Di festîvalê de du fîlmên derhênerên kurd jî hene. Yek jê fîlmê metrajdirêj ê derhêner Serhat Karaaslan e. Fîlmê Karaaslan ê bi navê "Gorulmuştur" (Hatiye Qontrolkirin) berê li hin festîvalan xelat girtibû û niha di vê festîvalê de di beşa Pêşbaziya Neteweyî de ye. Fîlm 14'ê mehê saet 19'an de li Kadikoy (Stenbol), 19'ê mehê saet 16.00'an de li Cinemaximum Kanyon Salon 9 (Stenbol) dê bê nîşandayîn.
Her wiha kurtefîlmê derhêner Yilmaz Ozdil ê bi navê "Barê Giran" jî di çarçoveya "Ulusal Kisalar-2" de ligel hin kurtefîlmên din dê bê nîşandayîn. Fîlm 17'ê mehê saet 16'an de li Kanyonê Salona 6'an de tê nîşandayîn.
**
Nûçeya eleqedar:
- '!F İstanbul' dê pirrengîn bê