Diyarname
Du kovarên mîzahî yên tirk meseleya êrîşa li ser HDP'ê û kuştina Denîz Poyraz girt dest. Her du kovaran bûyer kir berga xwe.
LEMAN
Kovara Leman vê hefteyê hejmara xwe ya 1530'yî derxist. Kovarê wêneyê Denîz Poyraza hat kuştin xist berg. Kovarê wêneyê Poyraz ê ku dema li kemanê dide xêz kir û bi etîketa DenîzPoyraz û di bin wêneyê de jî çarîkek ji helbesta Turgut Uyar belav kir.
UYKUSUZ
Kovara Uykusuz ku heftane derdikeve hejmara xwe ya 719'an derxist. Uykusuzê di bin wêneyê de notê "Dadgeha Bilind îdîanameya li ser girtina HDP'ê qebûl kir" nivîsî û di wêneyê de jî dadger ji kujerê li şaneşîna HDP'ê dipirse, "Emê bigirin! Bila kes li hundir nemîne!" Kujerê li şaneşînê jî dibêje, "Kes nema..."