Diyarname
Maçên Lîga Şampiyonan ji ber vîrusa koronayê hatibûn bi paş ve xistin, niha têne lîstin. Maçên kêm mayî temam bûn û tîmên derbasî çarîk fînalê diyar bûn. Maça wekî fînalê dê maça Barselona û Bayer Munihê be ku ew bûn reqîbên hev.
Li gor serketina tîman Atalanta û PSG bûn reqîbên hev. Maça wan 12'yê vê mehê dê bê lîstin.
Leipzing û Atletico Madrid bûn reqîbên hev û maça wan 13'yê mehê ye.
Barselona û Bayern Munih bûn reqîbên hev û maça wan 14'ê mehê ye.
Manchester City û OlympiqueLyon bûn reqîbên hev û maça wan jî êvara 15'yê mehê dê bê lîstin.
Hemû maç li gor saeta Tirkiyeyê saet 22.00'an de dê bêne lîstin.
Tîmên bi ser bikevin dê derbasî nîv fînalê bibin û maçên nîv fînalê dê êvara 18 û 19'ê mehê bêne lîstin. Maça înalê jî êvara 23'yê mehê ye.


