Luqman Guldivê
Şêrko Fetah (Sherko Fatah) sala 1964´an li Berlîna Rojhilat hatiye dinê, bavê wî Kurdekî ji Iraqê ye û dayika wî Elman e. Ew romannûsekî di asta Elmanyayê de navdar e û sala 2015´an bi Xelata Huner a Mezin a Berlînê hat xelatkirin ji bo tevahiya berhemên xwe û nexasim jî ji bo romana xwe ya bi navê Der letzte Ort (Mekanê dawî). Bi giştî di berhemên xwe de arîşe, şer û pirsgirêkên li Kurdistanê, nexasim jî Başûrê Kurdistanê dike mijar.
Pirr xwe bi agahiyên li ser wî nelebikînim û werim ser mebesta xwe; wê pêlê min romana wî ya bi navê “Der Letzte Ort (Mekanê Dawî)” xwend û belkî ev der cihê wê be ku çend gotinan li ser bikim. Ev romana hanê bi bûyer û karakterên xwe ne dûrî Kurdistanê ye, lê ne li Kurdistanê ye. Di nava romanê de navê Bexdayê heye, pê re jî başûrê Iraqê, ber perê Kendava Fars (Ereb) ji wan navan in ku wê ber çavên me bikevin. Lê em li kû ne? Em her di nava wan rêyan de ne ku di beriyê de diçin û paşê tenê di nava çolê de xelk wan dikudîne.
Şêrko Fetah karakterên xwe, protoganîstên romana xwe ne dûrî rastî û tecrûbeya xwe bijartine. Albert li Komara Demokratîk a Elmanyayê (DDR) mezin bûye. Bavê wî piştî hilweşîna dîwarê Berlînê tevahiya maneya civakê ji xwe dûr kiriye û ji bo wî êdî her tişt pûç bûye. Albert di navbera vî bavî û xwîşka xwe de ya ku nexweşiya ziravbûnê pê re heye, timî di bîr û hizra xwe de di nava leylanan de ye. Axir ew li Bexdayê li muzexaneyê ji bo belgekirina berhemên talankirî û û vegerandina wan bi projeyekê radibe. Osama jî wergêrê wî ye. Herdu wê li bazarekê ji aliyê milîsên Şîa ve tên revandin. Pêşî wan ji hev vediqetînin û paşê jî dîsa wan tînin cem hev. Ji bilî vegotina bûyer û karakterên ew revandî, roman bi rêwîtyeke bi qasî xuya wê dawî lê neyê dewam dike. Di demên ragirtîbûnê de bihevrepeyivîna Osama û Albert nîşan dide ku Albert bêhtir bi dinya xwe ya ruhî daketiye, rabihuriya xwe tîne bîra xwe û carinan jî ew tefekura tirsa mirinê xwe li dide der. Herçî Osama ye, behsa xwe ji Albert re dike, hizr û tefekura wî jî carinan li rûpelan zêde dibe. Lê dudilîbûna wî ya beramberî Albert jî her dimîne, ji ber ku Osama ji wî re behsa xwe dike, lê ew ji wî re kêm behsa xwe dike. Heta, ji behskirina wî ya xwişka xwe ya bi nexweşiya ziraviyê ketiye jî, Osama difikire ku hezkirineke ecêb û belkî nexweş a Albert ji xwişka wî re heye.
Bi van tefekur û hizran ji cihekî ber bi cihekî ve û heta bi “mekanê dawî diçin”. Di vê rêwîtiyê de 2 xiyanetên herdu hevalan ên li hev, lêbelê yan nîvcomayî yan jî serneketî hene. Osama rastî hevalê xwe tê gava carekê ji wan tê birevin, dema milîsên Şîa wan teslîmî yên Sunî dikin. Osama li ser razîkirina hevalê xwe berê, qebûl dike, bêyî ku bi aqûbeta Albert zanibe, xwe xelas bike û bigihîne jina xwe û zaroka xwe. Lê poşman dibe û ji bo ku lê bigere, vedigere. Hevalê wî ez li vir behsê nekim, bi serê xwe yek ji surprîzên encama serpêhatiyê ye. Xiyaneta duyem jî ya Albert li Osama ye; gava ku mîrê milîsên Sunî ku êrişeke mezin li dijî pîrozbahiyên aşûreyê amade dike, Albert dixe ber lêpirsînê, ew Osama di meseleya dîndarbûn û nebûna wî de gunehbar dike. Lê ji ber ku wergêr Osama ye, em pê nizanin ka ev gotinên wî hatin wergerandin yan na. Dawiya romanê jî hem surprîz û hem jî ya rastî dikare bê fêmkirin, ji bo wan kesên bi Iraqê hinekî dizanin.
Di vê romanê de herikîna ji vegotina bûyeran, ber bi monologên hizrî yên karakteran, heta bi diyaloga di navbera nexasim jî du karakterên sereke de, belkî jî aliyê herî serketî ye. Di behskirina wan bûyerên rojane yên li mekanê firehtir ango Iraqê de qelsiyeke giştî ya sererserebûnê heye. Li aliyê din ji ber ku hakimê vegotina psîkolojiya nexasim jî wan kesên li derdora rabihuriya Albert in, mirov dikare bibêje ev qelsî piçekî be jî hatiye telafîkirin. Belkî jî ji meqsedên nivîskar e, lê hêja ye mirov bi bîr bixe ku di vegotina mekanê giştî yê ku lê tê ragirtin, hisa ku nivîskar ev mekan di belgefilman de dîtibin bi mirov re çêdibe. Beramberî vê gava behsa mekanên li DDR´an berê ya di bîra xwe de dike, ev mekan bêhtir berçav xuya dikin ku ev jî weke xwîner mirovî hindekî gêj dike: mekanê bûyera wê kêliya vegotinê û ya xeyala rabihuriyê di vegotinê de mirov dikare bi temamî ji hev derxe. Bi her halî, heger tevî qelsî û xurtiyên xwe jî hûn bixwazin bixwînin, ev romana 288 rûpelî sala 2014´an ji weşanên Luchterhand derçûye.
10.12.2018, Yenî Ozgur Polîtîka


