SILÊMANÎ
Li Silêmaniyê pêşangeheke taybet bi grafîkan bal kişand ser berdewamiya jenosîdê.
Li Galeriya Gelawêj ya bajarê Silêmanî pêşangehek hat vekirin. Pêşangeha bi navê "Navnîşanekê Pêşniyar bike" ji aliyê hunermend Nadiya Fileîh ve hate amade kirin. Di pêşangehê 20 berhemên hunermend hene ku li ser jenosîdê ne.
Di merasima vekirina pêşangehê de gelek rewşenbîr û humermend amade bûn. Humermend Nadiye Fileîh di berhemên xwe de parçeyên çadir (kon) bikar anî ne û bi van balê dikişîne ser êşên qetlîam û jenosîdên li ser kurdan.
Berpirsê Galeriya Gelawêj Mihemed Fetah ji bo Rojnewsê gotiye ku hunermend Nadiya Fileîh yek ji hunermendan herî baş ya karê girafîkê ye û di vê pêşangehê de gelek berhemên ku balê dikişîne ser kesên koçberbûne û hêviya wan heye rojekê vegerin ser cih û warên xwe.
Ev pêşangeh wê 5 rojan dewam bike û her roj berî nîvro di navbera saetên 10:00 - 12:00, piştî nîvro ji di navbera saetên 14:00 - 17:00'an de vekiriye.
