Diyarname
Festîvala Fîlman a Stenbolê bi xelatdayînê bi dawî bû. Di şevê de fîlmê “Yumurta” xelata mezin Laleya Zêrîn girt.
27’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê 19’ê mehê bi merasima xelatdayîna li Qesra Pêşangeh û Kongreyê ya Lutfi Kirdar bi dawî bû. Di şevê de yek ji derhênerên navdar ê rus Alexander Sokurov ku wekî berendamê textê Tarkosvki tên asîn “Xelata Rûmetê ya Sînemayê” ji destê Serokê ÎKSV’ê Şakir Eczacibaşi girt.
Di şevê de xelatên din jî hatin pêşkêş kirin. Di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de Semih Kaplanoglu bi fîlmê xwe “Yumurta” (Hêk) xelata mezin a festîvalê Laleya Zêrîn girt. Kaplanoglu di heman demê de Xelata Radîkalê ya Gel a beşa Pêşbaziya Navneteweyî jî girt.
Di beşa “Pêşbaziya Mafên Mirovan” de Xelata Sînemayê ya Konseya Ewropayê (FACE) jî hate dayîn. Derhênerê çînî Li Yang bi fîlmê xwe “Çiyayê Kor / Blind Mountain” ku li ser kuştinan jinan e xelata FACE ji destê Cîgira Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Maud de Boer-Buquicchio wergirt. Berî xelatdayînê Maud de Boer-Buquicchio got, “Li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê niha gelek doz hene. Her yek çîrokeke cihê ye û ji her yekê fîlmekî dikare bê derxistin. Peywira herî girîng a Konseya Ewropayê ew e ku alîkarî ji bo mafên mirovan bike.” Li Yang ku xelat girt jî wisa got: “Ez gelek kêfxweş im. Ev xelat ji bo jinan, ji bo Çînê gelek girîng e û li ser navê hemû mirovahiyê ez vê xelatê digirim.”
Di şeva ku ji aliyê Ceyda Duvenci û Yetkin Dikinciler ve hate bi rê ve birin de Çiplak Ayaklar Kumpanyasi jî bi reqsên xwe performanseke pêşkêş dik. Komê bi koreografiyên bi navê “Gadjo Dilo”, “Li bajêr” û “Rihê ‘68’an” sê caran derketin ser dikê û reqsên xwe pêşkêş kirin.
Şev bi nîşandayîna fîlmê derhêner Justin Chadwick “Keça Boleyn / The Other Boleyn Girl” ku Natalie Portman, Scarlett Johansson û Eric Bana serlîstikvaniya wî kiriye bi dawî bû.
Xelatên ku hatin belavkirin:
- Pêşbaziya Navneteweyî Laleya Zêrîn: “Yumurta”, Semih Kaplanoglu
- Pêşbaziya Navneteweyî Laleya Zêrîn a Xelata Jiruyî ya Taybet: “Tehlikeli Oyun / THE WAVE”, Dennis Gansel
- Pêşbaziya Neteweyî Fîlmê Herî Serketî: “Tatil Kitabi”, Seyfi Teoman
- Derhênerê Herî Serketî: Derviş Zaim bi fîlmê “Nokta”
- Lîstikvana Herî Serketî: Bi rola “Gitmek” Ayça Damgaci
- Lîstikvanê Herî Serketî: Bi rola “Ara” Serhat Tutumluer
- Xelata Juriyê ya Taybet: Umit Unal bi fîlmê “Ara”
- Xelata FACE’yê: “Çiyayê Kor”, Li Yang
- Xelata FIPRESCI ya Pêşbaziya Navneteweyî: Bi filmê “BEN X” Nic Balthazar
- Xelata FIPRESCI ya Pêşbaziya Neteweyî: “Tatil Kitabi” Seyfi Teoman
- Xelata Gel a Radikalê Pêşbaziya Navneteweyî: “Yumurta”, Semih Kaplanoglu
- Xelata Gel a Radikalê Pêşbaziya Neteweyî: “Ulak”, Çagan Irmak
- Projeya Koprude Buluşmalar: Belma Baş; “Zefir”