Diyarname
Li navçeya Dortyola Hatay piştî di êrîşeke çekdarî de çar polîs hatin kuştin, komek paşîftên sivîl berê xwe dan kurdan, kargehên kurdan. Dema ev nûçe hate weşandin jî xirecir dom dikir.
Û hin agahiyên din:
- Di êrîşên faşîstan de nêzî 50 kargehên aîdê kurdan hatin talankirin.
- 2 kurd hatin birîndarkirin. (Yek ji wan Yunus Hanas e ku ji Amedê ye)
- 6 qehwexane, 2 zêrfiroşgeh, 4 loqente bi êrîşan re rû bi rû ma û zerar dîtin.
Serjimariya Dortyolê bi giştî 144 hezar e, li navenda Dortyolê 67 hezar kes dijîn. Hejmara kurdên li navçeyê jî li dor 15 hezar kesî ye.
Şaredariya Dortyolê di destê MHP'ê de ye. Di Mevlisa Şaredariyê de 16 endam ji MHP'ê, 9 ji AKP'ê ne.
Li gor hin kurdên li Dortyolê, faşîst dixwazin kurdan ji navçeyê biqewirînin.
Di hilbijartina şaredariyan a 2009'an de berendamê MHP'ê Fadil Keskin bi
16 hezar û 418 dengan bi ser ket.
Piştî MHP'ê partiyên din ev deng bi dest xistin:
- AKP: 12.477
- BDP: 3.486
- CHP: 1.928
- SP: 418
- BTP: 242
- DP: 229
- DSP: 106


