logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

“Rojbaş Diyarbekir” min bêriya te kiriye

Aramê Tîgran li Amedê derket ser dikê, strana "Rojbaş Diyarbekir" got û 'Min bêriya te kiriye' bi ser de zêde kir.

  • Dîrok: 02/06/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Amed
Aramê Tîgran li Amedê derket ser dikê, strana "Rojbaş Diyarbekir" got û 'Min bêriya te kiriye' bi ser de zêde kir.

8'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê ku di hefteyekê de şano, konser, pêşangeh, fîlm nîşan da, sempozyûn li dar xist bi konsereke mezin bi dawî bû. Di konsera dawî ya festîvalê de Aheng (Zelal, Nurcan û Meral), Koma Wetan û Aramê Tîgran derketin ser dikê, kela dilê temaşevanan mest kirin û bi vî awayî festîval bi dawî bû.

Ji bajarên derdorê jî gel bi erebeyên şaredariyê hatin heta Salona Daweta ya Ava a li Diclekent û guh dan Aramê Tîgran.
Di nav temaşevanan da endama Parlemena Ewropayê ya kurd Feleknas Ûca, Seroka Giştî ya DTP'ê Emine Ayna, mebûsên DTP'ê Gultan Kişanak, Selahattin Demirtaş, Ozdal Uçer, mebûsên DEP'ê yên berê Leyla Zana, Hatip Dicle, Selim Sadak, şaredarên din, endamên saziyên sivîl, rêveberên DTP'ê jî amade bûn.

Şeva ku pêşkêşvaniya wê Murat Batgi û Ferida Aslan kir de dik bi rengên kesk, sor, zer û mor hatibû xemilandin. Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay derket ser dikê û got: "Pêdiviya me bi huner, siyaset, eşk, muzîkê heye. Lê herî zêde pêdiviya me bi aştî û azadiyê heye."
Dûre Feleknas Ûca axivî: "Ez li Stenbolê beşdarî mîtînga Bes e ji bo pirsgirêka kurd çareseriyeke demokratîk bûm. Bi hezaran kesî got êdî bes e. Ji Kadikoy min ji we re silav anîn."
Ûca bang li serokwezîr jî kir û got; "Hûn pirsgirêka kurd çareser nekin bi paketên aboriyê çareser nabe."

Piştre  Zelal, Nurcan û Meral ku wan koma Aheng saz kiriye derketin ser dikê stranên xwe pêşkêş kirin û gel coşandin. Bi taybetî di starana "Ez keç im" de her kesî şirîkiya vegotina stranê kir.

Bila ciwan guh bidin Ehmedê Xanî

Dûre Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr derket ser dikê. Temaşevanan demek dirêj li çepikan da û diruşmê 'Amed bi te serbilind e' qîrandin.
Baydemîr bi gotina "Ez bi we serbilind im" dest bi axaftina xwe kir û got: "Me festîval diyarê Ehmedê Xanî kir. Xanî 300 sal berê gotiye 'Ger yekîtiya me çêbe, em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin, em bi awayekî zanyar tevbigerin dê kes nikaribe hukum li me bike.' Bi taybetî bila ciwanên me guh bidin Xanî."
Baydemîr got ku ew dê her gav di xizmeta çand û ziman de be û ev 8 sal in bi lidarxistina festîvalan xizmetê ji bo ziman, çand û hunerê dikin. Osman Baydemîr wisa dawî li gotina xwe anî: "Ger hûn zimanê min girê bidin, hûn çand û nasnameyê min ji min bigirin û bibêjin 'em hemû dinyayê didin te', emê qebûl nekin. Jiyaneke bê nasname, bê çand bila ji bo me heram be."

Seroka Giştî ya DTP'ê Emine Ayna jî got ku 20 sal berê ne qelebalixeke wisa, li malan jî lê guhdarîkirina kaseteke bi kurdî qedexe bû û wiha berdewam kir: "Kurdan di van 20 salan de ji bo çand û zimanê xwe, ji bo bigihîjin azadiya xwe, ev ziman û çand di zagona bingehîn de bê qebûlkirin gelek bedel daye."

Piştî axaftinan Koma Mûnzûr ji albuma xwe ya nû bi kurdî û tirkî stranên xwe xwendin û dik teslîmê avakarê Koma Wetan Kerem Gerdenzerî kirin.Koma Rewşen jî şirîkatî bi Gerdenzerî re kir û hemûyan bi hev re strana "Sîne" gotin.

'Bilbil' li ser Sûrên Amedê xwe danî

Û kêliya ku her kes li bendê bû hat. Dik teslîmê Aramê Tîgran û cumbuşa wî kirin. Dik bi diruşm û çepikan hejiya, konfetî û meşaleyan ronahî da dikê; her der bû wekî cejnê.
Koroya Şaredariya Amedê jî bi Tîgran re derket ser dikê ji Koma Azad hunermend Farqîn û Şîlanê jî vokalîstî kirin.
Aramê Tîgran hesreta xwe anî ziman, dest bi strana "Bilbilo" kir û dûre strana "Rojbaş Diyarbekir" ku bi taybetî ji bo Amedê saz kiribû xwend. Stranan ku gotinên “Rojbaş Diyarbakîr / Me pir bêriya te kir / Em hatin te bibînîn / Te derî li me vekir” di nav xwe de dihundirîne dilê temaşevanan sot.
Mirovên navsere û yên mezintir bi hêsran guh dan Aramê Tîgran ku ji Radyoya Yêrîwanê guhdarî lê kiribûn û ciwanan jî bi hesteke cihê lê guhdarî kir. Ji şaneşîn û pencereyên avahiyên li der û dora qadê jî gel li çepikan dan.
Tîgran saetekê li ser dikê ma, bi performanseke ciwanane stranên xwe pêşkêş kir.
Dûre Şaredar Baydemîr û mebûsa berê Leyla Zana derketin ser dikê û kulîlk dan Tîgran.
Û amadekarên festîvalê heta saleke din xatir xwestin.


Ji bo fotoyên konsera dawî ya festîvalê:

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ev pêşmerge dixwazin çi bikin?

ad

Bavê min kuştine!

ad

Pirtûkên Canê bi 5 TL'yan tên firotin

ad

Kûpaya Cîhanê li Parlemena Ewropayê ye

ad

Ji bo Amed Sporê niha dora hesabê ye

ad

Li Zanîngeha Cenevreyê Dersa Kurdî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname