Diyarname
Îranê îro serê sibê pêşî li ava Zêyê Biçîk ku ber bi başûrê Kurdistanê ve diçe girt û di encamê de gelek masî telef bûn. Her wiha bi vê yekê re li herêma Qeladizê ya girêdayî Silêmaniyê jî pirsgirêka ava vexwarinê derket holê.
Ji bilî van pirsgirêkan li herêma Piştder û Bîtwên bi vê avê çandinî dihate kirin ku av neyê berdan dê v çandinî jî zirarê bibîne.
Li ser meseleyê Rêveberiya Giştî ya Bendav û Depoyên Avê a Wezareta Çandinî û Serçaveyên Ava Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke weşard.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro danê sibehê Îranê ava Çemê Zêyê Biçûk girtiye û heya niha jî ne berdaye. Ji ber vê yekê jî pirsgirêka ava vexwarinê ji bo herêma Qeladizê ya girêdayî Silêmaniyê çêbûye û ava vexwarinê nehatiye belav kirin.
Daxuyanî wiha domkir; “Girtina ava Zêyê Biçûk di demek de ye ku, pêwîst bû di 1’ê Hezîranê de hatiba berdan. Herêma Kurdistanê jî vê ji bo rojava û rojhilatê Iraqê berdide. Lê mixabin Îran li şûna berdana avê, hewl dide avê bigire. Ji ber pirsgirêkê, Wezîrê Çandîniyê Rêbaz Hemlan li gel cîgirê serokwezîrê Hikumeta Herêmê û konsolosê Hikûmeta Îranê yê Hewlêr û aliyên pêwendî dar, ji bo çareserkirina pirsgirêkê di nava pêwendiyê de ne. Her wiha rêveberên giştî yên bendav û depoyên avê jî, li gel wezareta jêderên avê yên Hikûmeta Iraqê di nava pêwediyan de ne.”