Diyarname
Amed Spor vê hefteyê dê ligel Keçîorengucu du maç bilîsta. Maça yekem ya lîgê bû û îro bû. Amed Spor bi 2-0 bi ser ket.
Amed Spor bi tîma Kazim Sari, Kamil İçer, Ercument Balikçi, Şevket Gungor, Abdullah Çetin, Ercan Çapar, Tekin Adar, Oguz Çetinkaya, Mehmet Siddik Îstemî, Denîz Nakî û Şeyhmus Ozer derket sehayê.
Maç bi serdestiya Amed Sporê dest pê kir û vê serdestiyê di deqîqeya 17'an de bi gola Denîz Nakî xwe nîşan da: 1-0. Nîveka yekemîn a maçê wisa bi dawî bû. Di deqîqeya 51'ê de Teknîk Dîrektor Sertaç Kuçukbayrak lîstikvan Tekin Adar derxist û Erhan Eren xist maçê. Deqîqeya 69'an de ji dêvla Şeyhmus Ozer Ahmet Guven û deqîqeya 79'an de ji dêvla Ercument Balikçi Mançur Çalar xist maçê. Di deqîqeya dawî yanê 90'î de Amed Sporê penaltî bi dest xist; Erhan Eren ew veguhart golê û gotina dawî got.
Amed Spor bi vê serketinê di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn de rêzek jortir çû bi 15 pûanan derket rêza 4'an. Di rêza yekem^ni de Keçîorenguce di 17 pûanan de ma. Dûre Îstanbul Spor bi 16 û Sivas Belediye bi 15 pûanan tê.
Maça duyem a Amed Spor û Keçîorengucu dîsa li sehaya Amedê dê roja 25'ê mehê bê lîstin. Ev maça Kûpaya Zîraatê ye û gelek girîng e. Lewre kîjan tîm bi ser bikeve derbasî Maçên Koman ên Kûpayê dibe.