Diyarname
Mülkiye Demir Kılınç ku diya du cêwiyên biçûk e wê ligel du cêwiyên xwe bikeve girtîgehê. Komeleya Mafên Mirovan ji bo piştgiriya Mulkiye Demir Kilinç di yekemîn Rojên Dayikan a Mulkiye de çalakiyek li dar dixe. ÎHD'ê daxuyaniyeke weşand û got: "Em li sînorê ku gotin lê xilas dibe ne... Ji bo Mulkiye em bi bêdengî rûdinin." Çalakiya rûniştinê 11'ê vê mehê saet 14.00'an de dê li ber Lîseya Galatasaraya Beyogluya Stenbolê lidar bikeve.
Mulkiye Demir Kilinç dema li Navenda Çanda Mezopotamyayê dixebitî li beşa pirtûkxaneyê dinêrî û pirtûk difrotin. Di dema ku pirtûk firotine de kesek pirkûk girtine û ji bo rêxistinê şandine. Ji ber pirtûkan Kilinç ji endamtiya rêxistinê hatiye darizandin û di dawiyê de 2 sal û mehek cezayê hepsê lê hatiye birîn. Û niha du cêwiyên wê yên 8 mehî hene. Ger di kêliya dawî de tiştek neguhere Mulkiye Demir Kilinç ligel cêwiyên xwe dê bikeve girtîgehê.
Ji bo piştgiriya Kilint kampanyaya îmzeyan jî hatiye vekirin. Ji bo yên bixwazin piştgiriyê bidin: