Diyarname
13'emîn Kongreya Partiya Demokratê Kurdistan (PDK) bi beşdariya gelek mêvanan li Hewlêrê dest pê kir.
Di kongreyê de Serokomarê Iraqê Celal Telebanî, Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, Serokê Lîsta Eliraqîyye Eyad Ellawî û gelek kesên din amade bûn. Her wiha Wekîlê Serokê Koma Meclisê ya BDP'ê Bengi Yildiz, mebûbê BDP'ê yê Culemêrgê Hamit Geylanî, li ser navê Kongeray Civaka Demokratîk (KCD) Esat Canan û mebûsa DEP'ê ya Berê Leyla Zana, Cîgirê Serokê AK Partî Abdulkadir Aksu û Omer Çelik, Cîgerê Serokê CHP'ê Mesut Deger û mebûsê CHP'ê yê Samsumê Şevket Kose wekî mêvan beşdar bûn.
Kongreya ku bi diruşma "Nûbûn, dadperwerî û jiyana bi hev re" dest pê kir têde li dor 1300 delege beşdar dibin. Piştî 10 salan PDK kongereyê li dar dixe û têde meseleya guhartinê û xwenûkirinê jî wê bê nîqaşkirin.


