logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Wêrane

Wêrane, wêrane çi ye? Yan jî gundeki kor, we qet gundê kor dîtiye?

  • Dîrok: 16/08/2019
  • Beş: Serbest

Feratê DENGIZÎ


Wêrane, wêrane çi ye?

Yan jî gundeki kor, we qet gundê kor dîtiye?

Wisa gundekî mezin, li ser çar taxan, li ser sê newalan, li ser çar-pênc giran, lê kor! Xir û xalî!

Ka di tavheyvekê de em bimeşin. We go bêkesî! Bêxwedîtî! Bêxwedî û bêXwedan! Wêran, wêranî, xerabe… Ê weleh jiyan zilm e. Kê gotiye jiyan pîroz e, hebûn pîroz e, de wir de, de here lo! De here ji xwe re karekî bike.

Qaşo taveheyv hestewariya dilxweşiya evînê ye. Mala min e! Va li ber Dara Zolê me. Berê keç û xortên dilevîn ji bo ya dilê wan bê cî, bigihên miradê xwe zolik bi vê darê, bi guliyên vê darê vedikirin. Zolikên sor, gulgulî, şîn, kesk… Tew, ku evîn û meqseda dilan ma ji zolikan re, ji zolikên perpitî… Mala min ê dilo, mala min ê mirovahî, pîrozî. Kes nabêje jiyan pêkarî ye, hêzdarî ye.

Dilê min, mejiyê min wêran e mîna warê min. Ka wê çawa be! Dildariya zarokî, ciwanî, kêfxweşî û lîstokên zarokîn ên li bin vê darê. Hevdana berûyan, xwarina sîtehlkan… Kuştina mar û gumgumokan. Deranîna hêkên niqniqorkê ji hêlînan û çavsoriya marên di hêlînan de. Lîstikên kortikan, qapan, deq, hisomeyn û her wiha. Herê Dara Zolê, herê dinyayê…

Destpêka ketina gund ji hêla rojhilat ve, ji aliyê Stewrê. Vaye kêlika tirba kalikê min Hecî Izêr ê ku xwe spartiye tirba apê min Miheme û fatîheyekê dixwaze tevlî “vî şexsî, vî cebanî…” Tew lîstoka darçoqîtkan. “Şepo lîstika qîzan e. Em bi çilko bileyzin, lîstika kurikan, a meran!”

Vaye ciyê ku me bi deq ango xeleka berûyan dilîst. Vaye ber tirba jinxala min, ciyê gangilokan, ê gangilokên mor û rengên moravî, pêşî li vira difetiqin ji stûxwariya xwe, lê stûxwariya me didome. Gangilokên sor, spî, reş û hwd. li vê kêleka rê, li ber vê tirba xerîb, bêkes… Ev der cebanê xerîban e. Herê dile zarokî û bi ser de dile ciwan!

Rêya çalan, çalên Hemiya Şemdîn. Rebana xwa min Nûrê di vê rêyê de çi kişand û nekişand. Tew bi şev ez jî li ser pişta wê. Bêavî, ava çalan a baranê û kurmikên wê. De dilo bihêle lo… rebenî, tunetî, belengazî para me kurdan. Herê bindestiya malxerab.

Tavheyv îşev dildare… Çi fêde war wêrane.

Qesra kalkê min wêran, ya bavê min wêrantir. Wexta me ew çêkir, li qubleyê wê me eyneyeke biçûçik î girover a xort û keçan di dîwêr de bi cî kir, min û Rifet.. Rifet jî koçber, xwecî, malwêran, dildar, evînqurmîçek, her bêqederî li bejnê tê, wekî me. Hey gidî dinya, ew niha li ku ye! İlim jî esirkî ta ji Qarqosekê biriqîna wê dida her dere. Şewqa evîna nîvcomayan, nîvcomayiyan an jî ya yekalîtî yan jî evîna dîlê nîrê toreyan. Kilamên evînê diteyisand, denge Radyoya Erîvanê, Gerbêtê, Xaco, Meryamxan… dinimand. Ligel wê du kevokên ku nikul didan hev, maçî dikirin dilê kezidî.

Tev bûn çîrok!

Lê çi bi cam û pencereyan hatiye, çi li wan qewimiye. Yek jî nînin. Bi kêmanî sêsed û nizam çiqas mal, qesr û eywan, hêwan tev kor. Rohniya çavên wan nîne. Hela, hela… Qey ji ber tavheyvê ye.

Lê sibehê jî heman dîmen.

Ku tu ji derve yan jî ji hundirê gund, li gund dinêrî cam û pencere, pace vala ne, tarî ne. Ne cam ne pencere, ne takrîhan û ne kenê keçikên xama, ne jî li binya paçan xwe qurekirina xortên nûgihaştî ku av di wan de geriyaye. Xanî kor in û hilbet gund jî.

Gundê kor, wêran, wêrane.


Herê dilo!

Çi bibêjim vala, bê wate.

Li bende ye, li benda azadiyê.

Rewş wek kefareta azadiyê, 

Herê!

Dê roj ji sere Gêra Aşan derbikeve û rohnayiyê bide pozê Devê Gur û Warkê Ereban. Dê çavên qesran jî ji rohnayiya azadiyê bibiriqin; ji kûrahiya terpîna dil, ji kûrahiya evînê…

 

26.Adar.2017 / Hepsa Xopana Mêrdînê

D.12

Saet: 21.35

 

***

 Nivîsên Feratê Dengizî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Ez, yekî Tepî û yekî Girikî
- Şeh û Eynik / Zemariya Îdê
- BIXALETÎ
- 
Tov û Berxwedan
- QADIRO
- Hecî Şerîfa
- Ji Dengiza, Mirin
- Ez kî me!

-  

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Arjen Arî li Amedê hat bibîranîn

ad

Vê carê nivîskerekî kurd ji UNESCO'yê xelat girt

ad

Arjantînê silav bo Îngilistanê şand

ad

Dawiya vê hefteyê çi li ku heye? (Me ew dan hev)

ad

Di Kongreya Walticê de nivîskarên kurd

ad

‘Sansur’ bi nîşandayîneke taybet tê pêşkêş kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname