Diyarname
WALTIC vê carê li Stenbolê konferansê li dar dixe û di vê konferansê de çend nivîskarên kurd jî cih digirin.
Armanca konferansê ew e ku nivîskar, werger, lêkolîner û helbestvanên dinyayê bi hev bide nasîn û li ser problemên ziman û vêjeyê raweste.
Konferansa WALTIC 2010 li Stenbolê, li Zanîngeha Bilgiyê li dar dikeve. Konferansa ku wê di navbera 2-5'ê vê mehê de li dar bikeve, nivîskarên kurd jî wê beşdar bibin û axaftinê bikin.
Çalakiya nivîskarên kurd di 2'yê vê mehê li Zanîngeha Bîlgî Kampusa Santral İstanbul e. Di vê çalakiya de wê nivîskarên kurd Zelnel Abidîn Zinar, Fehim Işik û Ali Fikri Işik wekî axifger cih bigirin. Çalakiya ku nivîskarên kurd beşdar dibin dê di navbera saetên 13.30 - 15.00'an de li dar be.
Konferansa WALTİC'ê ji bo beşdariya her kesî vekirî ye lê bi peredayînê mirov dikare lê temaşe bike.
Wekî konferansên din ên WALTIC'ê di vê konferansê de jî ji gelek welatan bi dehan nivîskar, werger û weşanger beşdar dibin.