logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Tov û Berxwedan

Tov bi hebûna xwe qet cî nagire, biçûçik e, carinan qet nayê hesaban. Lê berê wê bêhejmar û kartêker e, kardar e, herêm,

  • Dîrok: 12/11/2018
  • Beş: Serbest

Feratê Dengizî

Sal an herikîna avê.
Temen an berxwedan an jî jiyan

Tov bi hebûna xwe qet cî nagire, biçûçik e, carinan qet nayê hesaban. Lê berê wê bêhejmar û kartêker e, kardar e, herêm, cî û war têra ber, berhem û hilberîna wê nake.

Mirov jî wisa ne, mîna tov, tew mirovê berhemdar, afirînêr û karker, xwedî ked. Li ber çavan zêde nexuyane hinek jê, lê keda wan berhemdar e, mîna tovê bibereket.

Îja di jiyana me kurdan de, tovê hebûn û kedê hêja û xwedî ciyekî taybet ê giranbuha ye. Lewra ked me ber bi azadiyê ve dibe. Di van rojên teng de hewldanên çandî, siyasî, demokratî, nexasim ên wêje û agahdariyê, yên rojnamegeriyê pir zêde watedar in. Ji ber vê kedkar û rihazadên wêje, agahdarî û weşanê, stêrk û stargehên jiyanê ne, ligel cangorî û canfîdayan.

Û êş… Êş bûye jiyana me û divegere hêviyê.
Axx hevalo!
Ew dengê dawî çiqasî hevîdar bû, lê axx hevalo, ma jiyan ji me re heye! Li hemberî vê zordariyê ma gurcik dimînin an jî kezeb. Herê navê wê nexweşî ye, lê ya rast ev encamên pêkutî û kedxwariyê ne. Lê dil, ax dil pêt û agirê jiyanê ye.
Rihê wî şad be Arjen Arî jî vê rojê xatirxwestibû, bi dîlkeserî û rohnîhezî… Mirov ew qasî dikare debar bike, ma nîrê bindestiyê ew qas bi hêsanî dişikê. Lê tov berxwedêr e. Arjen dengê “Şêrgele”yan bû ku ji kûrdîrokê dihat û dibû hêza berxwedanê. Ma ne berxwedan be, ew tovê biçûk dibe hêza warjiyan an jî warcihanê. Dengê çiyayî, dengê hebûnê ye.
Tu jî delalo… Tu jî keda berxwedanê, keda tovê jiyanê bûyî hevalê Qedrî, qedirzan û qedirbilindê ber dilê min. Wan rojên teng û tarî, dema notî ku me hevdu naskir, wê germiya kenê te tinazê xwe bi dagirkeriyê dikir. Ew ken û germiya dilsoziyê bû ku li hember ew qas hovîtiya demê li ber xwe dida.
Lê ev al dê daneyê, dizanim û tu dizanî, dilrehet û dilgeş silavan bibe cem Apê Mûsa û dost û derdora wî…
Tov û berxwedan xwişk û bira ne, ji me re. Di kesayeta de şivarêya me xweşreng dibe ku em dimeşin, dilrehet be. Axa te ew ê te jidil bipêçe û bilorîne bi lorîkên dayika te, bi awazên çiyayî ew ê te xweşhal bike, tu azadê bihuştê yî, hevalo oxir be…
Di rojbûna min de te û Arjen xatirxwest, soz a berxwedanê ye ku em bi germiya azadiyê hev bipêçin û axa xwe. Tov e, ew ê ev axa dilsoz vî tovî veguherîne hêvî û jiyanê, divegerîne azadiyê.
Hezkiriyê Amedê, va te axa wê ji xwe re kir xewlane, de xwe biwestîne, ji rêya dûr hatiyî, hebikî moletanê bi de xwe, bêhna xwe vede. Bila nakokiyên vê jiyana bêbext dev ji te berdin û rehet û dilovan bî delalo…
Hezar curê kulîlkên azadiyê ji te re. Soz, soza berxwedanê ye ku tovê berxwedanê geş bibe, geş dibe.

Bi newayên warên dûr û bêriyê xwe bavêje himbêza dayika xwe.
Oxir be hevalo, oxir be.
Dilşa be!

30.10.2018, Delavê Dengiza
mamosteaydin@hotmail.com

 Nivîsên Feratê Dengizî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- QADIRO
- Hecî Şerîfa
- Ji Dengiza, Mirin
- Ez kî me!
-

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

4 rojnamegerên din hatin girtin

ad

Berken Bereh qala sê qonaxên helbesta kurdî kir

ad

Li gor A&G û Kondayê dê Demirtaş çiqas dengan bigire?

ad

Çima konsera NÇM'ê betal kirin

ad

Hejmara nû ya 'Destar'ê derket

ad

Pêşmerge ji Şengalê jî, ji Mexmûrê jî vekişiyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname