• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nûçeyên Çandî

Vê carê nivîskerekî kurd ji UNESCO'yê xelat girt

Dîrok : 06 08 2018 | Beþ :

Nûçeyên Çandî

Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî bi romana xwe ya bi navê ‘My Name is Azad’ (Navê Min Azad e) ku tê de behsa drama malbateke ku piþtî komkujiya Helebçê koç kiribû dike, hêjayî xelata UNESCO hat dîtin.

Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî ku di dema derbeya 12'ê Rezbera 1980'an ya li Tirkiyê de heyamekê di girtîgehê de ma û piþtî hat berdan li Yewnanistanê bi cih bû, bi romana xwe ya bi navê ‘My Name is Azad’ (Navê Min Azad e) ji aliyê UNESCO ve hêjayî xelata Akademîk a Taybet hat dîtin.

Cemîl Turan Bazîdî ji bo BasNewsê axivî û diyar kir ku wî ev xelat li ser navê hemû miletê kurd wergirtiye.

Bazîdî di derbarê çîroka romana xwe de jî ev tiþt gotin: “Min lehengê romanê Azad li Parîsê nas kir. Roman li ser drama malbateke ku piþtî jenosîda Helebçeyê ya sala 1988'an ji neçarî ji Kurdistanê koç kirin e. Ew dayik, bav, keç û kur ewilî derbasî Îranê dibin û piþtre diçin Tirkiyeyê. Ew malbat bi rêya çemê Merîç hewl didin derbasî Yewnanistanê bibin û ji wir biçin welatên din ên Ewropa. Lê tenê zarokê bi navê Azad dikare derbasî Yewnanistanê bibe û dayik, bav û xwiþka wî li aliyê Tirkiyeyê tên girtin û tên vegerandin ji bo Iraqê. Ji malbatê re jî gotin ku zarokê wan Azad di çemê Merîç de xeniqiye. Hevalekî min yê xelkê Yewnanistanê li Parîsê ji min re got zarokekî kurd heye li vir tê dixwazî pê re biaxive. Ez jî bi Azad re axîvîm û çûme Parîsê û wî jî çîrok û drama xwe ji min re vegot.


Roman di 2015'an de hat belav kirin

Nivîskarê Kurd diyar kir ku wî roman di sala 2005'an de xilas kir û wiha dom kir: “Ji ber ku derhênerekî fransî dixwest wê çîrokê wekî rêzefîlm bide weþandin min roman belav nekir. Lê piþtre ji ber hin arîþeyan rêzefîlm nehat çêkirin û min di sala 2015'an de roman bi zimanê yewnanî belav kir. Roman ji 400 rûpelan pêk tê û piþtre ji bo zimanên îngîlîzî û spanyolî jî hat wergerandin. Dema ku ji bo spanyolî hat wergerandin ji bo gelek xelatan di gelek lîsteyan de hat nîþandan.”

“Ev xelat a gelê kurd e”

Cemîl Turan Bazîdî di dewama axaftina xwe de eþkere kir ku UNESCO wî xelatî dide berhemên ku çanda gelên xwe bi serkeftî nîþan didin û got, “Romana min jî ji ber ku çand, huner, kevneþopî û exlaqê kurdan bi baþ û serkeftî hatiye nîþandan di lîsteya namzedên wî xelatî de cih girtiye. UNESCO vê xelata akademîk hem dide wergera romanê û hem nivîskarê wê. Min ev xelat li ser navê hemû miletê kurd wergirt. Ev xelat a gelê kurd e. Berî niha jî min xelat wergirtin. Ev berhem navgîn û rêyek bû ji bo vegotina dram û rewþa koçberan.”

Bazîdî ragihand ku ew dixwaze xebat û hemû berhemên wî ji bo zimanê kurdî bên wergerandin û wiha got, “Sala par romana min a bi navê ‘Çavên Gur’ ji bo Kurdî û Tirkî hat wergarandin û daxwaz dikim berhemên din jî bo Kurdî bên wergerandin. Armanca min ew e ku êþ, kul û derdên gelê xwe bînim ziman û belav bikim.”

Cemal Turan Bazîdî ku heta niha 11 berhem nivîsîne diyar kir Wezareta Çapemeniyê ya Yewnanistanê, Serokatiya Parlamentoya Yewnanistanê û Rêxistina Nivîskarên Biyanî jî berî niha ji ber xebat û lêkolînên wî xelat dane wî.

Cemîl Turan Bazidî kî ye?

Cemîl Turan Bazîdî (Selamî Aytaþ) li navçeya Bazîd a bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji ber xebatên xwe yên polîtîk piþtî derbeya 12ê Îlona 1980an tê girtin û piþtî hat berdan derbasî Yewnanistanê dibe. Niha li Wezareta Çapemeniyê ya Yewnansitanê û li rojnameyeke herêmî ya wî welatî weke rojanamevan kar dike.

Çîroka jiyana wî jî ji aliyê Nikos Kasdaglis ve bi navê Ararat Astreftei (Çiyayê Ararat Volkanan Dibarîne) weke romanek hat nivîsandin.

Bazîdî heta niha jibilî pirtûka Kurd û Kurdistan a Kemal Burkay gelek pirtûk wergerandine. Heta niha jibilî 6 romanên bi zimanê Yewnanî, Antolojiyeke Helbestan a bi navê ‘Ajanda’ û gelek xebat û lêkolînên wî hene.

Berhemên wî ev in: Roman: Το Ματωμένο Χιονολούλουδο (To Matomeno Hiyono Louloudo) “Berfîn Di Nav Xwînê de ne” (2001, Atîna); Τα Μάτια Tου Λύκου (Ta Matia Tu Likou) “Çavên Gur” (2003, Atîna); Η Νύχτα Που Έβλεπε Τηv Μέρα (Ý Nikta Pu Evlepe Tin Mera) “Þeva Berê wê Li Rojê” (2006, Atîna); Τα Παιδιά Του Αραράτ (Ta Pedia Tu Ararat) “Zarokên Ararat” (2008, Atina); Εκεί O Θεός Κοιμόταν (Eki O Teos Kimotan) “Xwedê Li Wir Raza bû” (2013, Atîna); Αζάντ Με Λένε “Navê Min Azad e” (2015, Atîna). Araþtýrma: Η Αρχαία Σοφία των Κούρδων Εζιντί (Arkea SofiaTon Kurdon Εzidi ) “Zanabûna Qedîm a Kurdên Êzdî” (2013, Atîna).
Ji Basnewsê hatiye girtin

 

******
REKLAM

Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne. 
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.

  
Navnîþan:
Yýldýztabya Alibeyköy Cad.No: 156 
Alibeyköy Eyüp-Ýstanbul
Telefon:  0212 -6266455

info@davetiyeonline.net  


Hûn dikarin li van jî binêrin

Cannes de wext wextê fîlman o

Cannes de wext wextê fîlman o

19 05 2022

Delîl Dîlanar piþtî 27 salan li Amedê konserek bêhempa da

Delîl Dîlanar piþtî 27 salan li Amedê...

14 05 2022

Wêneyên ji Cizîrê: “Bajarek: Cizîr”

Wêneyên ji Cizîrê: “Bajarek: Cizîr”

13 05 2022

Festîvala Fîlmên Kurdan a Amsterdanê li benda temaþevanan e

Festîvala Fîlmên Kurdan a Amsterdanê li...

13 05 2022

Ev jî hene

Sami Yusuf li Harbiyeyê derket pêþberî hezkiriyên xwe

Sami Yusuf li Harbiyeyê derket pêþberî hezkiriyên xwe

05 09 2009

Li Amedê bi kurdî 'Rojên Belgefîlman' li dar dikeve

Li Amedê bi kurdî 'Rojên Belgefîlman' li dar dikeve

24 02 2011

Bale û Operaya Dewletê ji ber diziyê hat cezakirin

Bale û Operaya Dewletê ji ber diziyê hat cezakirin

24 05 2017

'Her mal dibistanek' e

'Her mal dibistanek' e

17 06 2019

Li Þêxmeqsudê pêþangeha zarokan

Li Þêxmeqsudê pêþangeha zarokan

08 09 2021

Nivîsên Nû

Omer Dilsoz

Sîyabo, darhejîrokê û hin tiþtên dîtir

Omer Dilsoz

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname