Wan
Cenazeya Canan Saldik a 16 salî ku li Gundê Kurubaşa Wanê çûbû seyranê bi guleya ji Kişleya Leşkerî ya Hacibekîrê hat, li serê wê ket û jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiyê hate veşartin.
Gundiyan diyar kir ku gule ji kişlayê hat û guleyêk jî ji paçeya malek gund jî ketiye. Di rapora otopsiya Saldikê de tê diyarkirin ku sedema kuştina Saldikê guleyekî ji 3.2 cm ye.
Canan Saldik a li Taxa Edremîta Kevîn rûdine duh bi malbata xwe re ji bo here ser gora bapîrê xwe ya li Gundê Kurubaşê çûn gund. Malbata Saldik bi xalên xwe re çûn baxçeyên seyranê yên nêzî Kişleya Leşkerî ya Hecîbekirê.
Malbat, heta ber êvarkî li wir man û berî vegerin saet di 18.30'an de dema amadekariyên xwe yên vegerê dikirin, Canan Saldik a 16 salî li erdê ket. Dayika Canan Nûran Saldik dît ku xwîn ji serê keça wê tê û her wiha tiştekî sipî jî û kete şokê. Malbatê bi awayekî lezgînî Canan bir Nexweşxaneya Îpekyolê. Pişt re jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yuzuncu Yilê ya Wanê. Canan bi awayekî lezgînê hilgirtin ameliyatê lê Cananê jiyana xwe ji dest da.
'Sedema mirinê teqez guleya dirêjahiya wê 3.2 cm ye'
Piştî agahî dan dozgeriyê, xebatên otopsiyê dan dest pê kirin. Di rapora otopsiyê de hate diyarkirin ku sedema mirina Cananê guleya dirêjahiya wê 3.2 cm a li serê wê ketiye ye. Di raporê de wiha tê gotin: "Sedema mirina cenazeyê guleya çekekê ye. Gule ji pişt ve hatiye lê ketiye. Mesafeya guleya çekê ji cihekî dûr hatiye."
Piştî otopsiyê cenazeya Cananê li Taxa Şabaniyeyê ji aliyê malbatê ve hate defirinkirin.
Gundiyan: Gule aîdî leşkeran e
Li gorî gotinên gundiyan, leşkerên Kişleya Hacibekirê ev 3 rojin serê sibê û êvaran talîma çekan dikin. Guleya Canan kuştî jî ji aliyê Kişleya Hacibekirê hat. Gundiyan diyar kir ku ji bilî guleyan li Cananê ketî guleyekî din jî 500 meter nêzî cihê bûyerê li mala Nejdet Orkîn ket.
Gundiyan, got ku piştî bûyerê leşkerên hatin cihê bûyerê lêkolîn kirine, gotine ku gule ya çeka bi navê MG-3 ye û qebûl kirine ku gule aîdî leşkeran e.
Dozgeriyê piştî otopsiyê li Gundê Kurubaşê li cihê bûyerê lêkolîn kir û der barê bûyerê de lêpirsîn da dest pêkirin.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


