Diyarname
Malbata Doku ev 13 roj in li ber Edliyeya DêrsiMê nobeta edelatê dane dest pê kirin û daxwaza dîtina cenazeyê keça xwe dikin. Malbatê ji bo 600 mebûsên Tirkiyeyê name şand.
Xwendekaran Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ji roja 5'ê rêbendana 2020'î ve winda ye. Malbatê serî li her derê da lê heta niha tu encam nehatiye girtin. Herî dawî malbatê biryar da ku li ber edliyeyê nobeta edelatê bidin dest pê kirin. Ev bû 13 roj in nobeta wan didome. Û malbatê ji bo dîtina Gulistan Doku ji bo 600 mebûsên Tirkiyeyê name şand. Di nameyê de xwestin ku ji bo dîtina keça wan bikevin nava hewldanê.
Berê ji bo dîtina Doku hin mebûsên kurd daxwaza avakirina Komîsyona Lêkolînê kiribû, lê bi dengên mebûsên AKp û MHP'ê daxwaz hatibû redkirin.