Diyarname
Di Dora 3’yemîn ên maçên Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de hemû maç hatin lîstin û tîmên bi ser ketin derbasî Dora 4’an bûn.
Di vê dorê de hin tîmên bajarên kurdan hebûn. Ji van Batman Petrol Spor li Seriksporê bi 2-1 têk çû. Igdir li hemberî Kayserî bi heman skorê têk çû. Adiyaman 1954 li Adana Demirsporê bi 5-0 xatir xwest. Diyarbekir Spor jî li Keçiorenê bi 4-1 vegeriya mala xwe. 24 Erzincan li malal xwe li hemberî Kutahyayê bi 1-0 têk çû. Muş Menderes Spor li Samsunê bi 3-0 têk çû. Tîma Agri 1970 li Yenî Malatyayê bû, maç bi 3-3 bi dawî bû. Yenî Malatya bi 5-4 bi penaltiyan bi ser ket.
Ji tîmên bajarên kurdan di vê dorê de tenê du tîm bi ser ketin. Ji van Şanliurfayê Karaman Belediye li mala xwe bi 3-0 têk bir. Gaziantep Sporê jî li mala xwe Sariyer bi 4-0 têk bir.
Va ne hemû tîmên derbasî Dora 4’an bûn:
Kasimpaşa
Serik
Ankara
Manisa
Efeler
Rize
Kayseri
Adan Demir
Eleziz Bld
Gotepe
Şanliurfa
Keçioren
Utaş Uşak
Erok
Nazilli
Altinordu
Denizli
Bcua
Kutahya
Etimesgut
Kirşehir
Of
Adana
Bolu
Samsun
Hatay
Galatasaray
Gençlerbirligi
Tuzla
Bulvar
Yeni Malatya
Giresun
Gaziantep
DORA 4'AN
Li aliyê din ji bo Dora 4'an roja 21'ê mehê li Stenbolê dê pişke bê kişandin. Di Dora 4'an de Amed Spor jî dê cih bigire.


