Diyarname
Weşana zanistî Zend ku sê mehan carekê derdikeve hejmara xwe ya havîn 2010'an derxist. Mijar û nîqaşa navên mehan ên bi kurdî derketiye pêş.
Zend ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê derxistin. Weşanê di vê hejmara xwe de li ser gelek mijaran sekiniye. Çend ji wan nivîsan jî li ser ziman in.
Di nav kurdan de navên mehan her bûne pirsgirêk û ev pirsgirêk hê didome. Zimanzan Zana Farqîni ev bijar bi sernavê "Di zimanê nivîski û yê devkî de navên mehan" girtiye dest. Farqînî dibeje, "Mebesta min bi xwe ew e ku ez balê bikişînim ser wareki alozdar û hem ji weşanên kurdi hem jî ji zimanê devkî navên mehan derpêş bikim bê ka rewş çi ye û ev yek çi bandor li ser xwîner û bikarhênerên zimanê kurdî dike."
Farqînî ji ferhenga Îzolî, heta ya Salah Saadallah, heta ya Torî, heta bikaranina navên mehan ên ji aliye Welat ve, heta gelek weşanên din û ji aliyê devkî ve bikaranîna meseleyê mijar girtiye dest. Farqînî dixwaze di zûtirîn demê de ev mesele çareser bibe û wekî pêşniyarên xwe jî navên mehan wisa rêz dike: Kanûna paşîn, sebat, adar, nîsan, gulan, hezîran, temmûz/tîrmeh, tebax, îlon/êlon, çiriya paşîn, çiriya pêşîn û kanûna pêşîn.
Nivîskar Xoser Welat zî kovare de bi namey "Di persgiriya standardkerdîşê Kirmanckî de vîrêk" bi zazakî/kirmanckî nûsêke nişta.
Samî Tan jî li ser "Hinek taybetmendiyên lêkerên kurmancî" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Dilawer Zeraq jî meseleya "Kurdiya rast..?" ku di hejmarên berê de dest pê kiribû, di vê hejmarê de beşa sêyemîn pêşkêş kiriye.
Her wiha kesên wekî Seyîd Celal Nîzamî, Mamoste Marûf, Sîna Çelîk, Dilşad Opengîn, Azad Zal, Sadik Varli, Şefîk Beyaz, Hasan Ozguneş, Nacip Mansiz bi nivîsên xwe di kovarê de cih girtine.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.