Diyarname
Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Ayhan Bilgen got ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan hikumet ji bo welat bibe hilbijartinê çêbike emê di nav de cih bigirin. Bilgen wisa got: "Emê berpirsiyarî bigirin ser milên xwe, ji bo hikumetekî bêyare zêdetir li ser kar nemîne, di hikumeta hilbijartinê ku çêbibe de emê cih bigirin."
Serokê Giştî yê AKP'ê Ahmet Davutoglu raye ji Serokomarê Tirkiyeyê girtibû ku ji bo hikimetê çêbike. Lê Davutoglu nekarî hikumetê saz bike û îro dê rayeyê bi paş ve teslîmê Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan bike. Heta 23'yê gelawêjê gere hikumetek saz bibe, nebe Tirkiye mecbûrî diçe hilbijartinê.
Bilgen got ku ger Erdogan ji bo çêkirina hikumetek rayeyê bide CHP'ê ew dêi ji bo her cure hikumetê hevdîtinê ligel CHP'ê bike.
Ger heta 23'yê mehê hikumetek saz nebe li gor zagonê gere Erdogan ji partiyên li meclisê "hikumeta hilbijartinê" çêbike. Ji bo vê dê di navbera partiyan de pişke bê kişandin ku kîjan wezîr ji bo kîjan partiyê bikeve. Berê MHP'ê gotibû ew dê endamê nede vê hikumetê. Berdevkê HDP'ê Bilgen dibêje ew dê endamê bide hikumetek wisa.
Hatibû îdîakirin ku dê HDP'î wekî MHP'ê endamê nede vê hikumetê lê Bilgen ev gotin wekî derewîn derxist.
CHP'ê gotibû HDP endamê nede ewê jî endamê nedin.


