Li Dêrê fîlmê porno kiþandin
Diyarname
Li Dêra St Joseph a li bajarê Tillburgê fîlmê porno kiþandin. Rêveberiya dêrê bi gotina "Ev der cihê kiþandina fîlmê porno ye?" reaksiyon nîþan da û gotin ku dê serî li dozgeriyê bidin.
Kanalek bi þîfre fîlmê bi navê "Meiden van Hollond" (Keçikên Hollandayê) weþand. Xwediya kanalê Kim Holland ku di heman demê de stêrkek pornoyê ye lêborîn xwest. Kanalê berê li parka þahiyan Walibi ku piranî malbatên bi zarok diçin wê parkê jî fîlmekî pornoyê kiþandibû û rastî reaksiyonan hatibû. Kanalê li ser rexneyan gotibû ku dê vî fîlmî êdî neweþînin û ji dêvla wê fîlmek din biweþînin. Ev fîlmek din ku qal kiribûn li dêra St Jozef û di nav dêrê de jî li odeya tobekirinê kiþandine.
Televîzyona Tilburg ev agahî weþand û dêrê bertek nîþan da. Keþe Jan van Noorwegen li odeya tobekirinê kiþandina fîlmê pornoyê wekî "gavek bi tirk û xirab" bi nav kir. Keþe got ku ew nizanin kengê fîlm kiþandine û wisa dom kir: "Çawa ketine hundir ez nizanim. Ma ev der cihê kiþandina fîlmê porno ye? Ji bo em derbarê kesên ev fîlm kiþandiye de dozê vekin emê ligel Konseya dêrê tevdîtinê çêbikin."
Keþeyê Dêrê St Jozef Ven Noorwegen diyar kir ku ew bi biryar in dozê vekin û got: "Çi fêdeya lêborîn xwestinê heye. Ger doz vebe belkî carek din kesek ranebe tiþtek wisa neke."
Ji BBC Tirkî hatiye girtin