Wan
Meclisa Şaredariya Wanê biryar girt ku di meha gelawêjê de jî xebata xwe bidomîne.
Berê biryar hatibû girtin ku endamên Meclisa Şaredariyê her meha gelawêjê herin betlaneyê û wê mehê kar nekin. Niha Meclisa Şaredariya Wanê ku piraniya endaman ji BDP'ê de di bin serokatiya Wekîlê Şaredarê Wanê Sabri Abi de li hev civiya û biryar da ku neçin betlaneyê û di meha gelawêjê de jî bixebitin.
Her wiha endamên meclisê li ser kargehên ku erebe û xalîçeyan dişon, û li ser xurdekar biryar girt ku ji bo paqijiya derdorê van bibin derveyî bajêr. Ji bo vê yekê wê raporeke bê amadekirin.
Endamen meclise li ser îmare axivîn, li ser park û bexçeyên li nav bajêr jî diyar kirin ku 34 parkên li bajêr têrê gel nakin, parkên heyî jî divê baş bêne paqijkirin, destavxaneyên wan bên çêkirin û zabite di parkan de karê ewlekariyê bigirin ser milên xwe.