Diyarname
Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbola Profesyonel (PFDK) a Tirkiyeyê ji ber maça di navbera Yeni Diyarbakirspor û Denizli BB sporê de cezayeke giran li Yeni Diyarbakirsporê birî.
Di maça Play Offê ya di navbera her du tîman de di deqîqeya 90+3 de hakêm penalti dûba û maç bi 1-1 tam temam dibû, temaşevanan ketibûn nav sehayê. Ji ber vê yekê PFDK'ê 6 maç cezaya lîstina bêtemaşevan û 6 hezar TL cezayê pereyan lê birî. PFDK'ê got ku di heman maçê de ji ber ku êrîşê lîstikvanên tîmên reqîb kirine 6 maç cezaya nelîstinê da lîstikvanên Yeni Diyarbakirspor ên bi navê Ceyhun Demircan, Tunç Murat Behram û Erhan Kurt. Her wiha her yekî hezar û 800 Lîra jî cezayê pere li wan birîn.
**
Nûçeya eleqedar:
- 'Yeni Diyarbakirspor' ji lîgê tîma xwe kişand niha dê çawa be?