Diyarname
Li ser rûyê dinyayê herhal tiştek normal e ku mebûsekî bi zimanê xwe yê zikmakî daxuyanî bide çapemeniyê. Lê dema mesele dibe mebûsên kurd rewş dibe tiştek din. Em qala mebûsê Yeşîl Sol Partî yê Rihayê Omer Ocalan dikin. Mebûs Ocalan îro li Meclisa Tirkiyeyê li ser rola Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan ya di çareserkirina pirtgirêka kurd û tecrîda li ser wî de daxuyanî da lê ne bi tirkî, bi zimanê xwe yê zikmakî, bi kurdî daxuyanî da. Daxuyaniya bi kurdî 13 deqe dom kir. Ji ber ku bi kurdî daxuyanî da, Ofîsa Çapemeniyê ya Meclisê bi sedema bi kurdî daxuyanî daye "tûtanak" (belgename) girt; di tûtanakê "daxuyanî bi zimanekî ji bilî tirkî daye" saz kir.


