Diyarname
Li navçeya Dêrika Mêrdinê îro dê nivîskar Mîhdî Perînçek pirtûkên xwe îmze bikira lê Qeymeqamiya Dêrikê çalakî qedexe kir. Bi vê yekê li Tirkiyeyê êdî pêvajoya qedexekirina çalakiyên îmzekirina pirtûkan jî dest pê kir.
Nûneriyên Egîtîm-Sen û ÎHD'ya Dêrikê ligel PEN'a Kurd çalakiya îmzekirina pirtûkan hatibû organîzekirin. Îro dê li Dêra Sor nivîskar Mîhdî Perînçek pirtûkên xwe yên bi navê "Îz" û "Kizil Bone" îmze bikira lê çalakî hat qedexekirin. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê sê roj berê organîzekaran agahî dabû Qeymeqamiya Dêrikê. Polîs li wan geriyane û ragihandine ku Qeymeqamî çalakî qedexe kiriye. Qeymeqamî sedem jî biryara Walîtiya Mêrdînê ku heta 31'ê berfanbara 2019'an hemû çalakiyên li bajêr qedexe kirine nîşan daye.
Endamê Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Abdurrahman Kizilay ragihandiye ku ligel ku ji bo çalakiya îmzekirina pirtûkan ne hewceyê destûrê ye jî hatiye qedexikirin û got ku li hemberî vê biryarê ew dê serî li Dadgeha Îdarî bidin.
Mîhdî Perînçek kî ye?
Mîhdî Perînçek nivîskarekî kurd e û aktîvîstekî mafên mirovan e. Avakirina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî di nav de di nav gelek çalakiyên mafên mirovan de cih girtiye. Heta niha bi navê "Kumsor", "Boxçiya Dilan", "Kizil Bone" û "Îz" pirtûkên wî bi kurdî û tirkî derketine.