Diyarname
Daxwaza parlementeran, wefata walî, sondxwarina Bav Şêx... Vane 3 nûçeyên ji Başûr îro derketine pêş.
Waliyê Hewlêrê ji ber Covid-19 wefat kir
Waliyê Hewlêrê Firset Sofî bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketibû û ji bo dermankirinê anîbûn Tirkiyeyê lê îro wefat kir.
Firset Sofî di sala 1978’an de li Çomana Hewlêrê hatibû dinê. Ew ji 12’ê rezbera 2019’an ve Waliyê Hewlêrê bû.
Rêveberên Başûr Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Qubad Talebanî jî di nav de gelek rêveberan peyama sersaxiyê ji bo malbat û hezkiriyên Sofî belav kirin.
32 parlementeran bang li Hikumeta Kurdistana Federe kirin
32 parlementerên Herêma Kurdistanê bi daxwaznameyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe daxwaz kirin ku naveroka lihevkirina 50 salî ya neftê a li gel dewleta Tirkiyeyê eşkere bikin.
15'ê vê mehê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotibû wan ji bo firotina neftê ji bo 50 salan ligel Tirkiyeyê peyman girê daye.
32 parlementeran daxwazname pêşkêşî Desteya Serokatiyê kirin û gotin divê parlemento civînek taybet li ser vê lihevkirinê pêkbîne û naveroka lihevkirinê were eşkerekirin.
Bav Şêx sond xwar
Bav Şêxê Êzidiyan ê nû Elî Ilyas îro bi merasimek sond xwar û dest bikarê xwe kir. Ilyas piştî wefata Bav Xêx Hecî Îsmaîl ji bo Bav Şêxtî hatibû hilbijartin.
Ilyas li Laleşê sond xwar û paşê ev peyam belav kir: "Em di serî de yeketiyê ji bo civaka xwe dixwazin, gelek piskirêk di nava me de hene, lê eger em bibin yek dest, em ê karibin bi hêsanî hemû piskirêkan çareser bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku eger kêmasî di nava wan de hebin jî, bila lihev biborin, ji ber ku di ola mede lêborîn tiştekî pîroz e. Emê hewil bidin bi hemû pêkhateyên der dora me re bi aştiyane jiyan bikin. Em ji hemû pêkhateyan re aştiyê dixwazin. Em ji xwedê bi hêvîne ku ev agirê li cîhanê pêketî bête vemirandin. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber Çiyayê Şengalê ditewînin ku ferman bi sere wan de hatiye. Em ji xwedê bi hêvîne ku ew keç û dayikên me yên esîr careka din vegerin malên xwe.”